Ciwanên me gefên dewleta Tirk şermezar kirin

Tevgera Ciwanên Êzidî li dijî gef û pilanên qirêj ên dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê daxuyaniyek dan û gefên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin

Tevgera Ciwanên Êzidî diyar kir ku  ewê ji bo pilanên dewleta Tirk vala derxînin her daîm li ser piyan bin û tekoşîn bidin.

Daxuyanî li ser navê Tevgera Ciwanên Êzidî ji aliyê ciwanê bi navê Salim Dawid ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Di seri de em weke cîwanên Êzidî li hevkirina dewleta Tirk, Bexda û Hewlêrê şermezar dikin. Em lîstikên  li ser Şengalê bi tundî şermezar dikin. Bila dewleta Tirk baş bizanibe ku em weke şêniyên Şengal ti carî li dijî gefên ku li me dikin gavê paşve neavêjin. Em weke ciwanin Êzidî çi ji me bê xwestin em ê bikin û ti carî serî ji dewleta Tirk û hevkarên wê re nedeynin.”

Di dewamiya daxwuyaniyê de hate ser ziman ku helwesta cîwanên me pir zelal e û wiha pêde çû; “Em hertim amadene ku di nava tekoşînê de bin. Bila dewleta Tirk û hevkarên wê baş bizanibin ku pêwîstiya şêniyên Şengalê li tu kesî tüneye. Em bi xwe ji hêza xwe roj bi roj zêdetir hêz digrin.  Emê hertim di nav tevgerê de bin.  Pişti fermanê şêniyên Şengalê sazî û dezgehên xwe avakirine û wê heta dawî jî di berxwedanê de bin.”

Di dawiya dawiya daxwuyaniyê de wiha hate gotin; “Dema dewleta Tirk berê xwe bide Şengalê emê weke ciwan li hemberî wan bisekinin û çi pewîst bike emê bikin. Bangawaziya me weke ciwanên Êzidî ji hemu şêniyên Şengalê ewe ku bila hertim di nav tevgerê de bin û bila rexistin û hêza xwe mezintir bikin.”

Daxuyanî bi dirûşma, “Biji Berxwedana Şengalê” bi dawî bû.

Show More
Back to top button