Pisporên Ewlekariyê yên Iraqê: Sedema êrişênTirkiyeyê qeyrana siyasi ye

Pisporên Ewlekariyê yên Iraqê derbarê metirsiya êrişên dewleta Tirk ên di nav xaka Iraqê de gotin: Tirkiye ji bo berfirehkirina destwerdana xwe ya li Iraq û Herêma Kurdistanê, sudê ji qeyrana siyasî ya di nav aliyên siyasî de digre. Divê ji bo derxistina hêzên biyanî, lihevkirinek nîştimanî di nava aliyên Iraqê de pêkwere.”

Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê dewam dikin. Dewleta Tirk bi taybet 23 Nîsana 2021’an dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê operasyonek berfireh da destpêkirin û hîn jî dewam dike. Dewleta Tirk bi dehan baregehên leşkerî di nav xaka Herêma Kurdistanê de çêkiriye, herî dawî jî 20 baregehên din avakir. Gerîlayên azadiyê dijî dagirkirina Tirkan, xaka Kurdistanê diparêzin.

Pisporên ewlekariyên yên Iraqê binpêkirina serwerî û êrişên dewleta Tirk bi bêdengiya Hikumeta Iraq û nakokiya di nava aliyên siyasî ve girêdidin. Derbarê mijarê de pisporên ewlekariyê yê Iraqê Casim Musewî, Mehmud Heyanî û Kazim Hac ji ajansa me re axivîn.

‘Sedema êrişan nakokiye’

Destpêkê Casim Musewî axivî û êrişan bi nakokiyên di nava aliyên siyasî yên Iraqê ve girêda. Musewî dibêje; “Nakokiya li ser avakirina hikumetê ya di navbera aliyên siyasî de, rê dide dewleta Tirk operasyonên leşkerî li nav welat pêkbîne.”

Musewî balkêşa ser bêdengiya Iraq ya hemberî êrişênTirkiyeyê; “Di rastiyê de dewleta Tirk ji ber bêdengiya Hikumeta Iraqê êrişên xwe berfireh dike, herwiha nakokiya di nava aliyên siyasî yên Iraqê de jî sedemek din ya êrişên Tirkiyeyê ye. Ji bo rawestandina êrişan pêwîstî bi lihevkirinek nîştimanî heye.”

‘Hikumet jî tevlîbûye’

Pisporê Ewlekariyê yê Iraqê Mehmud Heyanî jî derbarê heman mijarê de nêrînên xwe anî ziman. Mehmud Heyanî jî sedema zêdebûna êrişên Tirkiyeyê yên di nav xaka Iraqê de, bi bê bersivmana Hikumeta Iraqê ve girêda. Heyanî got ku Hikumeta Iraqê bi paşguhxistina binpêkirina serweriya Iraqê re, tevlî pîlana Tirkiyeyê ya di nav Iraqê de bûye.”

‘Lihevkirine’

Pisporek din ê Ewlekariyê yê Iraqê Kazim Hac jî balkêşa ser lihevkirina Iraq ya bi hêzên biyanî re û got; “Hikumeta Iraqê bi dagirkeran re lihevkiriye, hêzên dagirker ên Tirkiyeyê ji bo operasyonên xwe yên leşkerî zêde bikin, kar dikin. Operasyonên tên kirin jî bi lihevkirina bi hevkarên xwe yên di nava Iraqê de tê kirin.

Kazim Hac destnîşankir ku Tirkiye bi rêya operasyonên leşkerî yên di nava Iraqê de, hewl dide pîlanên xwe bicih bîne. Hac got ku ji bilî operasyonên leşkerî, Tirkiye taybet ji bo pêkanîna hikumeta nû ya Iraqê, di warê siyasî de jî destwerdanê dike û vê yekê weke metirsî binavkir.

ROJNERWS-AJANS

Show More
Back to top button