Li Şengalê wesayîta artêşa Iraqê li servîsa xwendekaran qelibî: 2 mirî, 5 birîndar
Li Şengalê di navbera nahiya Sinûnê û Xanesorê de tankera avê ya artêşa Iraqê li servîsa xwendekaran qelibî, li gor agahiyên destpêkê 2 kesan jiyana xwe ji dest dane û 5 kes jî birîndar bûne.
Li Şengalê, servîseke xwendekarên dibistanê dema ji medrese derket û ji nahiya Sinûnê ber bi komelgeha Xanesorê ve diçû, di navbera Xanesor û Sinûnê de nêzî seytereya Ş. Amed a Asayîşa Êzîdxanê, tankera avê ya artêşa Iraqê li servîsa xwendekaran qelibî.
Li gor agahiyên destpêkê di encama vê qezayê de 2 kesên di servîsa xwendekaran de jiyana xwe ji dest didin, 5 kes jî birîndar dibin. Birîndar ji aliyê kesên derdor ve rakirine Nexweşxaneya Sinûne.
Artêşa Iraqê bi hincetên cûda hêzên xwe yên li navenda Şengalê û hemû komelgehan zêde kirine’de Hêjayî gotinê ye ku ev çend roj. Lê gelek cihan seytere danîne û liv û tevgera wesayîtên leşkerî rê li ber vê qezayê vekiriye.
ROJNEWS-NAVENDA NÛCEYAN