Hêzên Iraqê destûr nadin peykerê fermandar Zerdeşt Şengalî bikeve Şengalê

Hêzên Iraqê rê nadin, peykerê Fermandar Zerdeşt Şengalî derbasê Şengalê were kirin. Li ser astengiya hêzên Iraqê ciwan berê xwe dan seytereya Iraqê û astengiyê protestokirin.

Fermandarê Giştî yê YBŞ’ê Zerdeşt Şengalî di 15’ê Çileya sala 2020’an de li gel sê şervanên bi navê Pîr Hemîd, Êzdîn Şengalî ve Cîlo Şengalî di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de şehîdbûbû.

Di salvegera şahadeta fermandar û şervanên YBŞ’ê de Rêveberiya Xweser a Şengalê û hêzên parastina Şengalê wê li navenda Şengalê merasîmekî lidarbixin û bi merasîmê de peykerê Zerdeşt Şengalî deynin.

Îro peykerê fermandar Zerdeşt ku xwestin derbasê Şengalê bikin, bêyî sedem li nuqteya kontrolê ya hêzên Iraqê ku dikeve Rojhilatê Şengalê hate rawestandin û heya niha jî rê ne hatiye dayîn, derbasê Şengalê bibe.

Piştî bihîstina astengiyê gelê Şengalê bi pêşengiya ciwanan berê xwe dan nuqteya kontrolê û astengiyê protesto kirin.

Hewldanên ji bo derbaskirina peykerê şehîd Zerdeşt jî berdewam dike.,

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button