Ji bo şehîdên Kobanê li Şengalê konê sersaxiyê

Li navenda Şengalê ji bo bîranîna 6 cîwanên endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yêkitiya Jinên Cîwan yên li Kobanê ku di êrişa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bibûn, konê sersaxiyê hate vedan. Jinên Êzidî ên serdana kon kirin piştgiriya xwe ji bo têkoşîna ciwanan ragihandin.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Rojavayê Kurdistan, Başûrê Kurdistanê û Şengalê bê navber dewam dikin. Dewleta Tirk a dagirker di 25’ê Kanuna 2021’an de êrişek hewayî dijî Kobanê pêkanî bû û di encamê de 6 ciwanên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan şehîd bibûn. Nerazîbûna dijî êrişên dagirker roj bi roj zêde dibin û şehîdên Kobanê têne bi bîranîn.

Duh li navenda Şengalê ji bo bîranîna ciwanên şoreşger ên di êrişa ser Kobanê de şehîd bibûn, ji aliyê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî û Tevgera Jinên Cîwan ên Êzidî ve hate vedan. Kon danê siharê hate dayîn û êvarî hate rakirin. Jinên Şengalê ên ku serdana konê sersaxiyê kirin, ji ajansa me re axivîn.

‘Êşa dayîkan yeke’

Destpêkê jina bi navê Emîne Bereket hêrsa xwe ya dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker anî ziman. Emîne Berekat ot ku ji ber ku ciwan dijî dagirkeriyê li ber xwe didin, bindestiyê qebûl nakin têne hedef girtin. Emîne di dewamê de dibêj; “Êşa dayîkên Koban û Şengalê yeke, jana dilê me yeke. Em ti carî pişta cîwanên xwe bernadin. Ti ferqa Şengal û Kobanê nîne. Em jî gelekî bi wan cîwanên xwe ve êşiyan. Ew jî zarokên me ne. Em wek dayîkên Şengalê heya dilopek xwîn di laşê me de heye emê li pişt çar parçên Kurdistanê bin û emê piştgiriya zarokên xwe bikin.”

Emîne Berekat balkêşa ser girtina 3 cîwanên Êzidî ên ku ji aliyê Hikumeta Mistefa Kazimî ve hatine girtin û wiha pêde çû: “Me jî taleba mafê xwe, mafê mirovahiyê kiriye. Ev sê çar rojin çar cîwanên me yên Êzidî bê suc û bê sebep girtî ne. Çima ev hukumet bêdeng dibin. Ka bila bêjin van zarokên me çi sûc kirîne. Em daxwaza mafê xwe dikin. Bila baş bizanin, pêşdeçûn heye, vekişandin nîne. Di êrişên ser Şengalê de jî şehîd û birîndarên me çêdibin, lê bila dijmin bizane bi êrişan civaka Êzidî tine nabe. Diviyabu hukumeta Iraqê li pişt dayikên Êzidî, cîwanên Êzidî sekinîban û gotîbana ku ew jî vê zilmê qebûl nakin. Gelek ferman anîn serê me, çima ev dewlet, ev hukumet ranabin ser xwe û nabêjin em keçên Êzidî rizgar bikin. Ka em komên hestiyên wan rakin. Li dijî pêşketinên civaka me hemû dibin yek û êrîş dikin.”

‘Êrîşên ser Kobanê û Şengalê ji hev ne qut e’

Jina bi navê Meyan Nasir jî bi silav şandina gelê Kobanê re dest bi axaftina xwe kir û wiha pêde çû: “Em berxwedaniya wan silav dikin. Em êrîşen li ser Kobanê wek êrîşên li ser Şengalê dibînin. Ji hev ne cûda ne. Destekdayîn û hevkariya Barzanî û dewleta Tirk re êrîş pêşdikevin. Bi rastî jî mirovahî nemaye. Êrîşên tên li ser cîwanên me, cîwanên ku ji tinebûnê xwe ava kirine. Tikes xwe li Şengalê nekir xwedî, hukumeta Iraqê jî, cîwanan li ber xwe dan û têkoşiyan. Heman demî cîwanên me digrin. Ma çima DAIŞ’iyan nagrin?”

Nasir jî nerazîbûna xwe ya ji bo girtina ciwanên Êzidî anî ziman; “Sedema êrîşan ewe ku em berxwe didin. Me DAIŞ şikênand. Xêra xwedê û van zarokên Şengalê DAIŞ ji Şengalê safî bû. Ev der jî parçeyek Iraqê ye. Em terka vê axê nadin, em terka van çîyayên Şengalê nadin heya yek Êzidî heye.”

Meyan Nasir di dewamê de behsa êrişên li ser Kobanê, Şengal û Mexmûrê kir û got: “Hûn dizanin li ser Mexmûrê jî êrîş hene. Dewleta Tirk, PDK derdora Mexmûr dorpêç kirine nahêlin biçin nexweşxaneyê jî, nahêlin biçin ser karên xwe. Dixwazin wana bixin girtîgehê.”

‘Em li pişt Ciwanên xwe ne’

Herî dawî jina bi navê Mecîde Dexîl jî axivî û got: “Em jî wekî dayikên Şengalê ji bo bîranîna şehîdên Kobanê hatine bin konê rûmetê. Ew jî sivîl bûn. Li karê xwe bûn. Balafirên dewleta Tirk bela xwe ji cîwanên me bernade, lê emê jî heya dawiyê li pişt ciwanên xwe bin. Emê hêz bidin cîwanên xwe, wana her xurt bikin, bihêz bikin. Divê hemû ciwan dijî van êrişan rabin ser xwe, emê jî heya roja dawî li pey ciwanên xwe bin. Her dema şehîdek me çû, emê 3 ciwanên din danin cihê wan şehîdan.”

BÊRÎVAN ŞENGALÎ-ROJNEWS

Show More
Back to top button