Panorama 6: Li Iraqê pirsgirêka aborî, siyasî û avakirina hikumetê hîn dewam dike

Li Iraqê di sala 2021’an de jî heman pirsgirêkên siyasî, aborî û avanekirina hikumetê dewam kirin. Hema bêje piştî rûxîna Sedam Hisên heya niha pirsgirêkên heyî xwe dûbare dikin, lê destwerdana welatên herêmê, bi taybet jî ya dewleta Tirk a dagirker zêde bû. Emê di vê panoramaya xwe de behsa bûyerên siyasî, aborî, hilbijartin û geşedanên siyasî ên li Iraqê di nava salekê de çêbûne, bikin.

Ji bo Iraqê ferqek zêde ya sala 2021’an ji salên din çênebû, li Iraqê hîn jî pirsgirêkên ewlekarî, pêşbaziya siyasî ya di navbera Sunî û Şîeyan de, aborî û civakî dewam dike. Di sala 2021’an de hilbijartinên pêşwext ên Iraqê çêbûn, lê hîn jî hikumet nehatiye avakirin. Hilbijartinên pêşwext ên Iraqê hîn rojevek sereke ya welatên cîran û civaka Iraqê ye. Emê di vê panoramayê de behsa, rewşa ewlekarî, aborî, peywendiyên Iraqê û hilbijartina Iraqê bikin.

Teqîna qada El-Teyran

Di 21’ê  Çileyê de du teqînên mezin li qada El-Teyran û Bab Şerqî yên nêzî bazara lengê ya aliyê El-Resafê ya bajarê Bexdayê rû dan.  Di encama teqînan de zêdetirî 148 kesan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn.

Serdana Papa

Papayê Vatîkanê Papa Francîs di 7’ê Adarê serdana Iraqê kir. Papa li bajar û dêrên kevnar ên Iraqê geriya. Papa di heman demê de bi Rêberê Olî yê Şîeyan Elî Sîstanî re li Necefê civiya.

Şewata li Îbn El- Xetîb

Di 24’ê Nîsanê de nexweşxaneya Îbn el-Xetîb a li Bexdayê şewitî, di encamê de 82 kes mirin. Yek ji bûyerên herî giran a Iraqê hat binavkirin.

Şewata li Nexweşxaneya El-Husên

Di 12’ê Tîrmeha 2021’an de li bajarê Nasiriye yê başûrê Iraqê, di encama teqîna 3 tankên gaza oksîjenê de, li nav nexweşxaneya El-Hisên a Tecrîdê şewat derket. Li gorî Wezareta Tenduristiyê 92 kes mirin û 110 kes jî birîndar bûn.

Bilindkirina nirxê dolar

Di 19’ê Kanuna 2020’an de Banka Navendî ya Iraqê bihayê 100 dolarê Emerîkî ji bo 145 hezar dînarê Iraqê diyarkir. Beriya biryarê 100 dolarê Emerîkî bi 120-121 hezar dînarê Iraqî bû.

Lûtkeya Bexdayê

Li paytexta Iraq Bexdayê, di 28’ê Tebaxê de Lûtkeya Welatên Cîran bi amadebûna nûnerên Erebistana Siudiyê, Kuwêt, Tirkiye, Urdun, Emerîka û Fransa pêk hat. Piştî lûtkeyê Wezîrê Derve yê Iraqê Fûad Hisên di civîna çapemeniyê de daxuyaniya lûtkeyê xwend.

Di dawiya civînê de, welatên beşdar di “Konferansa Bexdayê ya Hevkariyê” de li ser piştevaniya xwe ji bo “hewldanên hikûmeta Iraqê ya bihêzkirina saziyên dewletê li gorî mekanîzmayên destûrî” tekez kir. Her wiha, hilbijartinên parlemanî di bin çavdêriya navdewletî de lidarbixin, ji bo zelaliya pêvajoya dengdanê ya çaverêkirî misoger bike. Hemû serok, serkirde û nûnerên welatên beşdar piştevaniya xwe ji bo Iraqê û pêwîstiya yekgirtina hewldanên herêmî û navdewletî nîşan dan ji bo aramî û ewlehiya herêmê. Pêşwaziya Iraqê ji vê konfransê re nîşaneya spartina Iraqê ji siyaseta hevsengî û hevkariya erênî di têkiliyên derver re pêktîne.

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron di axaftina xwe ya di vekirina lûtkeyê de got: “Iraqî beriya her tiştî şerê terorê kirin û em li vir li gel we ne ji bo pêkanîna hilbijartinên pêşwext ku dê ji bo Iraqê qonaxeke nû be. Her kesê ku şerê terorê dike birayê me ye û em tekez dikin ku Fransa berdewam piştevaniya Iraqê dike, di her warên  hevahengiya dijî terorê û pêşxistina aliyên aborî û binesazî de.”

Komkujiyên dewleta Tirk

Dewleta Tirk a dagirker di 17’ê Tebaxê de 4 caran Nexweşxaneya Gundê Sikêniyê ya Şengalê bombebaran kirin. Di encama bombebaranê de, 4 xebatkarên tenduristiyê û 4 şervanên YBŞ’ê şehîd bûn. 4 kes jî birîndar bûn.

Hilbijartinên Cotmehê

Di 10’ê Cotmehê de, hilbijartinên pêşwext ên Iraqê pêkhatin û li gorî komîsyonê, rêjeya beşdarbûna hilbijartinê ji sedî 44 bû. Li gorî daneyên komisyona hilbijartinê, zêdetirî  9.5 milyon dengdêran dengên xwe di hilbijartinê de bikaranîn. Ev jî di demek de ye li seranserî Iraqê nêzî 22 milyon Iraqî mafê wan ê dengdanê hene.

Encamên hilbijartinan bi serketina bloka Sedir ya bi serokatiya oldarê Şîe Muqteda El-Sedr bi 73 kursiyan bi encam bû. Her wiha hêzên ji xwepêşandanên Cotmehê derketine û kesên serbixwe bilindbûn. Di heman demê de, hevpeymaniya El-Fetih bi rêveberiya Hadî El-Amirî û hêzên din ên  siyasî yên nêzî Îranê bibin ketin.

Lê ev encam dê ne wek tê xwestin bimeşe, ji ber nerazîbûn û tawanbarkirina sixtekariyê ji aliyên binketî ve derketin, hiştin girseyên wan li nêzîkî devera Kesk li navenda paytext Bexda xwepêşandanan li dar bixin. Tevî piştrastkirina Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan tu haletên sextekariyê nebûn, û Netewên Yekgirtî û Encumena Ewlekariyê jî li ser pêvajoya hilbijartinan û ragihandina Encaman razî bûn.

Bê guman, tê zanîn ku sîstema siyasî li Iraqê ji sê meclisên sereke pêk tê: Şîe, Sunne û Kurd, gelo her yek ji wan çawa bi dosyeya hilbijartinan re mijûl bû?

Şîe

Piştî ragihandina encamên destpêkê, Serokê Tevgera Sedir Muqteda El-Sedir di daxuyaniya xwe ya destpêkê de bal kişand ser helwesta xwe li ser Heşda Şebî û komên çekdar, nêrîna xwe ya ji bo avakirina hikûmeta nû (bi piranî ) û helwestên wî li ser hin hêzên siyasî yên Şîe wek “hevbendiya dewleta qanûnê” bi serokatiya Nûrî Malikî, û nêrîna wî li ser mijara bombebarankirina balyozxane û nûnerên dîplomatîk ên biyanî, ew sedema sereke bû ku hêzên siyasî niha li dijî encamên hilbijartinan dilgiran bin.

Ew aliyên binketî, tekezî li ser îftirakirina bi sextekarî li ser hikûmeta Iraqî û Komîsyona Hilbijartinan kirin, û her roja Înê pêdagiriyê li tundûtûjiyê dikirin.

Herwiha, serkirdeyên frakisyonên çekdar ên Iraqî serokwezîr Mistefa El-Kazimî tawanbarkirin ku wî serkêşiya komployekê li dijî pêkhateya siyasî ya Şîe kiriye. Piştî wê jî bi firokeyên bêpîlot ên bombekirî êrişî mala Kazimî ya li Herêma Kesk a Bexdayê hat kirin.

Lê rêyên tûjbûnê heta radeyekê belavbûn, piştre Serokê Tevgera Sedir li mala Hadî Amirî, bi serokên “Îtar el-Tendîqî” re li navenda Bexdayê civiya.

Civîn negihîşt nêrînên siyasî yekgirtî, ji ber ku Sedir bi biryara xwe ya avakirina hikûmeteke piraniyê ve bi îsrar bû. Di heman demê de hêzên “El-Îtar” pêwîstî bi avakirina hikûmeteke lihevhatî dibîne, ew jî li gor çavdêran wê weke vegera parvekirina rol û kotayan dibînin.

“Nêzîknebûna aliyên Şie bû sedem Hadî Amirî, roja 4’ê Kanûnê di civîneke çapemeniyê de, dozekê li dadgeha Federalî veke ji bo betalkirina encamên hilbijartinan. Amirî da zanîn ku wî belge li ser binpêkirinên teknîkî û yasayî di pêvajoya dengdanê de pêşkêş kirine.

Lê belê Dadgeha Bilind a Federal (desthilata herî bilind a dadwerî) li Iraqê, îtîraza li dijî encamên hilbijartinê paşxist. Biryarên Dadgeha Bilind a Federalî ên dawîn in û nayên îtirazkirin. Lê berê ti dozek derbarê betalkirina encamên hilbijartinan de berçav negirtiye.

Serokê Hevbendiya “Hêzên Dewleta Netewî” Ammar el-Hekîm bang li avakirina hikûmeteke li ser bingeha “hevsengiyeke domdar û hişyar” kir. Da zanîn ku berçavgirtina îtîrazên dadgeha Federalî di berjewendiya her kesî de ye. Li gor encamên ku hatine eşkerekirin, bloka el-Sedr bi 73 kursiyan di hilbijartinan de bû yekem, hevpeymaniya pêşkeftî ‘Teqedum’ ya bi serokatiya serokê berê yê parlamentoyê Mihemed Helbûsî bi 37 kursiyan, piştre jî “Dewleta Qanûnê” bi serokatiya el- Malikî bi 33 kursiyan, Partiya Demokrat a Kurdistanê “PDK” bi serokatiya Mesûd Barzanî bi 31 kursiyan bi serketin.

Sunî

Di nav vê meclîsê de, her du blokên herî mezin, “Teqedum” bi serokatiya el-Helbûsî û “Ezm” bi serokatiya Xemîs el-Xencer, ji bo posta serokê parlemanê têdikoşin. Lêbelê, di nav şert û mercên ku li ser parvekirina pozîsyonan dizivire, hewl tê dayîn ku rêzan yek bikin.

Mişean el-Cibûrî, serkirdeyê hevpeymaniya “Ezm” (ku ji hevpeymaniya di navbera “Ezm” û hêzên din ên sunnî de ye), destnîşan kiribû, ku hewl tê dayîn hevpeymaniyeke tê de partiyên sunnî û kurd jî tê de cih bigire, ji bo nû avakirina hevkêşeya hikûmetê.

Li ser rûdanên berdewam di hundirê “Mala Sunniyan” de, hevpeymaniya “Teqedum” û “Ezm” li ser wê yekê li hev kirin ku bi “Şandeke hevbeş” re danûstandinên avakirina hikûmetê bikin. Tekez kirin ku dê kesayetiyên aktîv ji bo beşdariya di hikûmetê de werin pêşkêşkirin, li gorî prensîba “hevkarî, ne tenê beşdarbûn.”

Mala Kurdî

Wekheviya siyasî ya aliyên Kurdî ji aliyên din cudatire, ji ber nakokî li ser serokatiyê heye. Lê nehişt ku her du aliyên sereke yên Kurdistanî bigihin yek nêrînê ji bo danûstandinê ligel Bexdayê.

“PDKê” bi serokatiya Mesûd Barzanî 31 kursî bidest xist. Hevrikê wê Hevpeymaniya Kurdistanî 17 kursî bi dest xistin.

Hevserokê YNK’ê Bafel Celal Talebanî, serdana serokê PDKê kir. Talebanî û Barzanî li ser pêşxistina bernameyeke hevbeş tekez kirin, ji bo rûbirûbûna dosyeya pêkanîna hikûmeta Iraqê pêş û pirensîpên hevkariyê di hikûmetê de yek bikin.

Lê belê, YNK carek din li ser wergirtina serokkomartiya Iraqê, bi israre.

Li gor jêderên siyasî, her du partî dê li ser vê dosyayê lihevbikin. Li gorî lihevkirina her dÛ partiyan Serokatiya Herêma Kurdistanê ya mala Barzane û serokkomartiya Iraqê jî ya malbata Talabani ye.

Di hilbijartinan de “Tevgera Nifşê Nû” ya muxalefetê ya Kurd bi 9 kursiyan encamên balkêş bi dest xist.

Bloka Parlementoya Opozisyonê

Piştî liv û tevgerên ku di nav partiyên siyasî  de diqewimin, û encamên hilbijartinên Cotmehê de, hêzên nêzîkî kolanan li ser qada Iraqê derketin, wek tevgera “Îmtîdad” bi serokatiya çalakvan Ala el- Rikabî, “Bloka Gel a Serbixwe”, “Îşraqet Kanûn” û tevgera “Nifşê Nû” ku vê dawiyê tevlî muxalefeta parlementoyê û partiyên din ên serbixwe bû, di bloka bi navê “Hevpeymaniya ji bo Gel” de, ji bilî yên ku hatin belavkirin, ango tevlî partiyên kevneşopî bûn.

Tevgera “Îmtîdad” ya ku ji protestoyên gel derketibû, 9 kursî, tevgera ” Îşraqet Kanûn ” jî 6 kursî bi dest xistin.

Derbarê hûrgiliyên hevpeymaniya “Îmtîdad” ligel “Nifşê Nû”, “Bloka Gel a Serbixwe” û hejmarek ji serbixweyan, serokê tevgera “Îmtîdad”, Nûr Nafeh, di daxuyaniyekê de ragihand ku wê hevpeymanî li dijî aliyên siyasî yên naskirî derkeve. Ji ber ku ewê bibe berdevkê kolana Iraqê, îhtîmal e ku hejmara endamên hevpeymaniyê zêdetirî 25 kesan be. Tekez kir ku “armanca vê hevpeymaniyê ew e ku daxwazên gel bi cih bîne.”

Sala 2021ê li Iraqê bi hêviyên zêdetir her astê de bi dawî dibe, bi taybetî jî li ser wê yekê ku kêşeya serkirdayetiya hikûmeta pêş dê kî û çawa çareser bike? Li gorî çavdêran, bersiva wê yekê dê li ser geşedanên herêmî û navdewletî be. Nemaze ku di dawiya salê de, dê bi fermî were ragihandin ku erkên hêzên şerker ên Amerîka li Iraqê bi dawî bibin û wan veguhezînin hêzên şêwirmend.

ROJNEWS-NAVENDA NÛÇEYAN

Show More
Back to top button