Pêkhateyên Ereb: Em ê li dijî êrişên ser Şengalê rawestin

Pêkhateyên Ereb ên Şengalê bi daxuyaniyek diyarkirin armanca êrişên dewleta Tirk ewe ku pêşengên civaka Êzidî ji holê rake û ziyanê bi Rêveberiya Xweser a Şengalê bigihînin. Her wiha daxwaz azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî hat kirin.

Pêkhateyên Ereb ên devera Şengalê derbarê êrişên dewleta Tirk ên ser Şengalê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek dan.

Di destpêka daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengalê hat şermezarkirin û hat diyarkirin armanca êrişan ewe ku pêşengên civaka Êzidî ji holê werin rakirin û ziyanê bi Rêveberiya Xweser a Şengalê bigihînin.

Di dewamê de hat gotin, dewleta Tirk di nava hewildanan de ye rewşa ewlehî, siyasî ya Şengalê xerake. Hat gotin, “Wek pêkhateyên Ereb em ê li gel hemû mezheb û pêkhateyên Şengalê bi yek destî li dijî her cûre êriş û destdirêjiyek li ser Şengalê rawestin.”

Di dawiyê de jî daxwaz ji hemû saziyên mafên mirovan û yekitiya Ewropayê hat kirin, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan bikevin nava hewildanan. Her wiha hat gotin, wek gelê Ereb ew azadiya xwe bi azadiya Rêber Ocalan re dibînin.

ROJNEWS-NAVENDA NÛÇEYAN

Show More
Back to top button