Panorama 5: Civaka Êzidî dijî peyman û êrişan ji bo xweseriyê li ber xwe dan

Civaka Êzidî sala 2021’an di bin êrîşên giran û hemberî êrişan jî berxwedaneke mezin nîşandan. Bê guman ji ber êrişan berdêlên giran jî hatin dayîn. Piştî têkbirina Peymana 9’ê Cotmehê xebatên mîsogerkirina xweseriya Şengalê hatin xurtkirin. Li hemberî vê pêngava siyasî û civakî ya Rêveberiya Xweser, dewleta Tirk a dagirker û hevkarê wê PDK’ê li ber çavê hikumeta Iraqê pêşengên civaka Êzidî hedef girtin. Di nava salê de Şengal bû cihê êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk û PDK’ê, lê civaka Êzidî bi berxwedana xwe bersiva êrişan dide.

Civaka Êzidî bi berxwedana li hemberî Peymana 9’ê Cotmeha 2020’an a di navbera hikûmeta Mistefa Kazimî, dewleta Tirk û PDK’ê de sala 2021’an pêşwazî kir. Ev peyman biryara êşîrek din li ser gelê Êzîdî bû. Di nav salê de Êzidiyan karibû bi îrade û berxwedana xwe vê peymanê têk bibin. Piştî pûçkirina Peymana 9’ê Cotmehê û bilindkirina xebatên xweseriya Şengalê, êrîşên hewayî yên li ser Êzidiyan zêde bûn û bi taybet pêşengên civaka Êzidî yên wekî Seîd Hesen û Merwan Bedel hedef hatin girtin.

Dîsa ji Nexweşxaneya Sikêniyê heya Meclîsa Gel a Xanesorê li hemberî saziyên sivîl êrîş berfireh bûn. Armanca van hemû êrîşan şikandina îradeya civaka Êzidî û belavkirina Rêveberiya Xweser bû. Lê civaka Êzidî li hemberî hemû êrîşên giran û hovane jî paş ve gav neavêt û xwedî li xweseriya Şengalê derket. Tevî hemû êrîşan li tevahiya meclîsên gel konferansên rêxistinkirinê hatin lidarxistin, di qada perwerdehiyê de bi sedan keç û xortên Êzidî xwe perwerde kirin û tevlî nav Asayîşa Êzîdxanê, refên YBŞ û YJŞ’ê bûn. Êzidiyên ku xwe bi fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rêxistinkirine, bi taybet jî keç û xortên Êzidî ji bo azadiya Rêber Ocalan bê navber di nava çalakiyan de bûn. Di sala 2021’an de êrîşên hovane û berdelên giran vîna civaka Êzidî neşikand, berevajî vê xurtir kir. Civaka Êzidî bi îddiaya mîsogerkirina statuya Şengalê ber bi sala nû ve diçe.

Civaka Êzidî sala 2021’an di nava berxwedanê de pêşwazî kir. Gelê Şengalê dibin konê nobetê ya bi armanca destekdayîna Asayîşa Êzidxanê, êvara serê salê pîrozkirin.

Di 8’ê Çileyê de Desteya Rêveber a Şengalê yekem civîna xwe ya salê lidarxist. Di civînê de ji bo bihêzkirina têkoşîna li dijî pilanên li ser Şengalê biryara berdewamkirina çalakiyan hate dayîn.

Di 28’ê Çileyê de Şandeya Rêveberiya Xweser a Şengalê li Bexdayê bi daxwaznameyekê daxwazên xelkê Şengalê pêşkêşî berpirsên Iraqê, Misir û Rûsya kir û xwest peymana li ser Şengalê were betal kirin.

Di 6’ê Sibatê de cenazeyên 104 welatiyên Êzidî ku ji gorên komî yên li Şengalê hatibûn derxistin, bi merasîmek li gundê Koço yê Şengalê hatin oxir kirin.

Di 1’ê Adarê de bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) amadekariyên ji bo pîrozbahiyên 8’ê Adarê Roja Cîhanî ya Jinên Kedkar despêkir, piştî amadekariyan bi sedan jinên Êzidî herikîn Geliyê Kersê û 8’ê Adarê bi şahiyekê pîrozkirin.

Di 3’ê Adarê de ji bo bîranîna Şehîdên Şerê Xanesorê ku bi destê PDK’ê şehîd ketibûn bi sedan Êzidî meşiyan û îxaneta PDK’ê şermezarkirin.

Di 11’ê Adarê de bi sedan gelê Şengalê li dijî Peymana 9’ê Cotmehê berê xwe dan navenda Şengalê lê gelê Êzidî ji aliyê Hukûmeta Iraqê ve li seytereya Cidalê hate astengkirin. Tevî vê rêgiriyê jî gel xwe gîhand navenda Şengalê û meşiya.

Di 15’ê Adarê de Şandeyek payebilind a Iraqê serdana Şengalê kir û bi Rêveberiya Xweser re civiya.

Di 25’ê Adarê de MXDŞ’ê li gel nûnerên hêzên parastina Êzîdxanê û nûnerên saziyên civaka sivîl, civiya û helwesta xwe ya derbarê ferzkirinên hikûmeta Iraqê de eşkere kir. Li beramberî tehdit û ferzkirinên hikumeta Iraqê, MXDŞ’ê biryara berxwedanê da.

Di 1’ê Nîsanê de piştî Iraqê muhlet da Rêveberiya Xweser û hêzên wê yên parastinê ku teslîm bibin, bi sedan gelê Şengalê berê xwe dan serê Çiyayê Şengalê û dest bi nobetê kirin.

Di 20’ê Nîsanê de Artêşa Iraqê xwest ku derbasî gundê Gir Zerik ê Şengalê bibe. Şêniyên herêmê derketin pêşiya wan û nehiştin artêş derbasî gund bibe.

Di 5’ê Tîrmehê de li Şengalê meşeke girseyî li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser xaka Iraqê hate lidarxistin. Piştî meşê hêzên Iraqê gule bi ser gel de barandin û di encamê de rojnamevanek hate birîndar kirin.

Gelê Şengalê di 15’ê Tîrmehê de dest bi çalakiyên ji bo salvegera 7’an a fermana ser Şengalê kir. Di hemû çalakiyan de daxwaz hate kirin da ku kesên bûne sedema fermanê bên cizakirin û  fermana li ser Êzdiyan wek Jenosîd bê naskirin. Van çalakiyan heya 3’ê Tebaxê dewam kirin.

Dewleta Tirk a dagirker di 16 û 17’yê Tebaxê de 5 caran bi balefirên şer êrişî ser navenda Şengalê kir. Di êrişa destpêkê de Fermandarê YBŞ’ê Seîd Hesen û birazîyê wî Îsa Xwedêda ku ew jî şervanê YBŞ’ê ye, şehîd bûn û 3 sîvîl jî birîndar bûn. Di êrişa 17’ê Tebaxê de jî balefirên dewleta Tirk sê caran li ser hev Nexweşxaneya Sikêniyê ya Şengalê bombebaran kirin. Di vê êrişê de 8 kes şehîd bûn û çar kes jî birîndar bûn.

Di 25’ê Tîrmehê de Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, Kongreya xwe ya 4’emîn bi beşdariya hemû pêkhateyên Şengalê lidarxist. Cara yekemîn pêkhateyên Ereb, Şîa, Mesîhî jî tevlî kongreyê bûn û di meclîsa nû de cih girtin. Di encamnameya kongreyê de bang li Iraq û hêzên navneteweyî hat kirin ku xweseriya Şengalê nas bikin.

Di 17’ê Îlonê de Babê Şêx Elî Eliyas ku piştî wefata Rêberê Rûhanî yê Êzidiyan Babê Şêx Xirto Hecî Îsmaîl bibû Babê Şêx, cara yekem serdana Şengalê kir.

Di 2’ê Cotmehê de hêzên PDK’ê di bin navê xebatên hilbijartinê de xwestin bikevin Şengalê. Gelê Şengalê li hember vê hewldanê rabû ser piyan û diyar kirin ku ew rê nadin PDK derbasî Şengalê bibe. Li ser bertekên gel çekdarên PDK’ê paş ve kişiyan.

Di 28’ê Mijdarê de Tevgera Azadiya Jinên Êzidî  (TAJÊ) bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û derxistina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) ji ‘lîsteyê terorê’ li Baxçeyê Serok Apo çalakiya konvedanê da destpêkirin.

Di 7’ê Kanûnê de, di roja yekem a Rojiyên Êzî de li dijî wesayîta Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel êrîşeke hewayî pêk hat. Di êrîşê de Merwan Bedel şehîd ket, du zarokên wî yên di wesayîtê de jî di kêliya dawî de hatin rizgarkirin.

Di 11’ê Kanûnê de jî dewleta Tirk a dagirker bi balefirên şer êrîşî Meclîsa Gel a Xanesorê kir. Di êrîşê de avahiya Meclîsê bi piranî hilweşiya.

Li hemberî bêdengiya Iraqê ya li beramberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker, Rêveberiya Xweser a Şengalê di 13’ê  Kanûnê de biryar da ku hemû sazî û dezgehên hikumî û saziyên civaka sivîl ên li Şengalê kar bidin sekinandin. Li ser hişyariya Rêveberiya Xweser wê rojê li Şengalê tu karek nehate meşandin. 14’ê Kanûnê car din bi biryara Rêveberiya Xweser re hemû sazî û dezgehan dest bi karê xwe kirin.

Di 14’ê Kanûnê de ciwanên Şengalê li nehiya Sinûnê ji ber bêdengiya hikumeta Iraqê dest bi çalakiyan kirin. Hêzên artêşa Iraqê di navenda Sinûnê de gule li çalakvanan reşandin. Di encamê de rojnemevana jin a bi navê Nesrîn Hisên bi guleya artêşê li gel ciwanekî din birîndar bû.

ROJNEWS-ÎBRAHÎM ÊZDÎN

Show More
Back to top button