Serokeşîran bang li Iraqê kirin: Divê Xweseriya Şengalê were pejirandin

Serokeşîrên civaka Êzidî bêdengiya Neteweyên Yekbûyî, civaka navnetewî û Hikumeta Iraqê ya dijî êrişên ser Şengalê şermezar kirin û gotin; “Dewleta Tirk hîn di serdema Osmaniyan de dijminê Êzidiyan bû, niha jî dixwaze civaka Êzidî bi temamî qir bike. Divê civaka Êzidî vê yekê baş bizane, em tenê dikarin bi yekîtiyê mafê xwe bi dest bisin.”

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistan û xaka Iraqê bê navber dewam dikin. Dewleta Tirk bi taybet Şengalê dike hedefa xwe û dixwaze civaka Êzidî carek din dibin fermanek nû re derbas bike. Ji ber wê jî êrişî pêşengên civaka Êzidî dike. Serokeşîrên civaka Êzidî behsa armanca sereke ya êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengalê kirin.

Ji serokeşîrên Feqîran Berekat Mirad destpêkê axivî  û da zanîn ku Tirkiye ji serdema Osmaniyan heya niha dijminatiya civaka Êzidî dike. Berekat diyarkir ku ji ber wê niha dewleta Tirk kesên xwedî îrade û pêşengên civaka Êzidî dike hedef. Berekat di dewama axaftina xwede bang li serokkomarê Tirk Recep Tayîp kir; “Me weke civaka Êzidî gelek zordarî ji Osmaniyan dîtiye, em ji Erdogan re dibêjin, bi balafiran û awayekî tirsonek êriş neke. Were sing û sing li ser erdê şer bike, wê demê emê jî li ber xwe bidin, yan tû yan jî emê bimînin. Dewleta Tirk û faşîst Erdogan, dixwaze desthilatdariya xwe liser herêmê ferz bike, lê emê weke civaka Êzidî bêdeng nemînin û dijî van planan rabin.”

Berekat Mirad behsa bêdengiya Hikumeta Iraq ya dijî êrişan jî kir. Berekat destnîşankir ku her welatek xwedî serweriye, lê dewleta Tirk serweriyê binpê dike û êrişî ser xaka Iraqê dike. Mirad dibêje, armanca sereke ya dewletaTirk dagirkirina herêmê ye, li rexa wê jî hinek alî jî hene alîkariya Erdoxan dikin, ji ber wê ên ku dijî wan derdikevin jî tên hedef girtin.

Berekat herî dawî bang û hişyarî da Hikumeta Kazimî; “Her kes li cîhanê dizane ku ola Êzidiyan yek ji olên serekeye, lê hertim em rastî fermanan tên, niha jî dixwazin qira Êzidiyan bînin, ji bo ku Şengalê tine bikin wê her tiştî bikin. Em weke Êzidî li Iraqê ne û tên qetilkirin, lê hikumet dengê xwe dernaxe. Heger hun bêdeng bin, xwe bidin aliyekê û emê bi xwe parastina xwe bikin. Emê serî li rêyên cûda bidin.”

Yek ji serokê eşîra Qîraniyan Xidir Hecî Mîrza jî li ser heman mijarê axivî. Xidir Hecî destpêkê dijî êrişên ser Şengalê banga yekîtiyê li hemû Êzidiyan kir. Xidir got ku bi taybet Neteweyên Yekbûyî, hêzên navnetewî rast nêzî civaka Êzidî nabin û got; “Tenê navê wan hene, em vê bêdengiya wan ya dijî êrişan şeremzar dikin. Divê rê li êrişan bigrin, em dixwazin civaka me jî weke hemû gelên din bibe xwedî xweserî û bikare xwe bi rêve bibe. Em bang li serokkomarê Iraq û aliyên peywendîdar dikin, piştgiriyê bidin Xweseriya Êzidiyan û îradeya wan qebûl bikin.”

Herî dawî Xidir Hecî Mîrza got; “Ji bo belavkirina civaka Êzidî gelek alî kar dikin û rê li rêxistinbûna wan digrin. Divê gelê me bizane, ev ne di xêra me deye, ji bilî yekîtiya me, kes nikare mafê me bi dest bixe.”

ROJNEWS-ÎBRAHÎM ÊZDÎN

Show More
Back to top button