Rojnamevaneke jin a Êzidî bi guleya artêşa Iraqê birîndar bû

Nûçegîhana Çira Tv û Jinha’yê Nesrîn Hesen dema aloziya navbera ciwanên Sinûnê û artêşa Iraqê de dişopand bi guleya leşkerên Iraqê birîndarbû.

Nûçegîhana Çira TV û Jinha’yê Nesrîn Hesen ya ji Şengalê dema vê êvarê aloziya li Sinûnê ya di navbera ciwanên Êzidî û artêşa Iraqê de dişopand û erka xwe bicîh dianî bû hedefa guleyên artêşa Iraqê.

Nesrîn Hesen ya ji lingê xwe gule girt, rakirin nexweşxaneyê û niha li nexweşxaneyê tê dermankirin.

Hate gotin, ciwanek bi navê Ednan Hemed jî di encama gulebarana artêşa Iraqê de birîndarbûye. Lê ne hate zanîn Ednan ji kudera xwe birîndarbûye û rewşa wî çawaye.

Ji ber artêşa Iraqê erka xwe ya parastina qada hewayî ya Şengalê bicîh nayêne û pêşî li êrîşên artêşa Tirk ên li ser gelê Êzidî nagire, ciwan xwestin ji Sinûnê derkevin. Li ser vê yekê artêş gule li ciwanên nerazî barandin. Alozî heya van kêliyan jî li herêmê berdewam dike.

rojnews-şengal

Show More
Back to top button