‘Ji bo Êzidiyan çareseriya bingehîn vegera Şengalê ye’
Endamê Rêveberiya Çand û Hunera Şengalê Azad Hisên û şêniyê nehiya Til Gizêr Xalid Coxî gotin ji bo civaka me çareseriya bingehîn vegera Şengalê ye
AZAD HİSÊN
Endamê Rêveberiya Çand û Hunera Şengalê Azad Hisên û şêniyê nehiya Til Gizêr Xalid Coxî têkildarî vegera civaka me a li ser cih û warê xwe û xizmeta ji Til Gizêr a Şengalê re tê kirin ji Rojnews’ê re nirxandin û gotin ji bo civaka me çareseriya bingehîn vegera Şengalê ye.
Endamê Rêveberiya Çand û Hunera Şengalê Azad Hisên got ku heta ku Êzidiyên li wargehên Başûrê Kurdistanê venegerin li ser warên xwe yê xweşiyê li jiyana xwe nebînin û çareseriya bingehîn jî vegera Şengalê ye. Hisên wiha axivî; ”Heta mirov nanê xwe li tenûrên xelkê bipêje mirovê têr nexwe.”
Azad Hisên bal kişand ser giringiya xizmeta ku ji aliyê sazî û dezgehên Şengalê ji bo nehiya Til Gizêr tê kirin û got: “Til Gizêr di salê 1950’an de hatiye avakirin. Xelkê Til Gizêr piştî avakirin û xizmeta Til Gizêr, hêdî hêdî vedigerin li ser cih û warên xwe. Dibe ku hinek ji ber rewşa siyasî ya ku ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve û hikûmet Herema Kurdistanê ve ku dixwazin destwerdanek nû li ser Şengalê bikin, dîsa ji ber zehmetiyên zivistanê veger gelek kêm bûye. Ger ku astengî neyê kirin xelkê me hewil dide vegerên li ser cih û warên xwe.”
Hisên bal kişand ser xizmeta ku niha ji aliyê şeredariya Til Gizêr ve tê kirin û wiha domand: “Xizmeta ku niha ji aliyê şaredariya Şengalê ve ji bo nehiya Til Gizêr tê kirin, gelek baş e. Dibistan û nexweşxane û gelek cihê din jî tên çêkirin. Heta niha nêzî 400 malbat vegeriyane. Gotinek gelek xweş a bav û bapîrên me ji me re heye, kalikên me her tim ji me re wiha digotin , ‘Heta mirov nanê xwe li tenûrên xelkê bipêje mirovê têr naxwe.’ Lê divê herî dawî mirov xwe bi destê xwe tenûra xwe ava bike, bi destê xwe jî nanê xwe bipêjim û bixwe. Çi dera Kurdistanê ku piştî fermanê xizmeta Êzidiyan kirin, destê wan saxbe û seheta wan xweş be û mala wan ava be. Lê divê Êzidî vêna baş bizane tider ji bo wan wek Şengalê ne ewleyîtire. Ji ber ku Şengal cihê çand û baweriya Êzdatiyê ye.”
Hisên da zanîn ji bo Êzidiyan tenê çareseriya bingehîn vegera Şengalê ye û got; “Heta ku Êzidiyên ji derve û Êzidiyên li wargehên Başûr venegerin ser axa xwe niharîn bi ewle bijîn. Ji bo gelê me yê Êzidî tinê çareserî vegera li ser cih û warê xwe ye. Vî warê pîroz û wargeha Şehîdan em nikarîn ji dijminan re bihêlin. Dema ku em Til Gizêr di nêrîn birhatin û xeyalên zaroktiya me hemûyan heye. Divê mirov xwedî li wan xeyalan derkeve. Hêviya min ji gel heye vegere li ser axa xwe û ji bo vê axa pîroz xizmet bikin. Siyasetmedar, hunermed, partiyên siyasî hemû kes divê ji aliyê xwe de ji bo avakirina Şengalê û Til Gizêr kar bikin, ji bo ku xelkê me yên ji derve bên ser cih û warên xwe. Ez wek hunermedekê banga min ji hemû Êzidiyên ji derve û li kampan werin li dijî pîlanên neyaran, em bi hev re Şengalê avabikin.”
XALİD COXÎ
Şêniyê Til Gizêr Xalid Coxî jî bal kişand ser vegera Şengalê û Til Gizêr û wiha got; “Heta xelkê me venegerin li ser malê xwe kes nikare malê kesê ava bike. Tişta herî baş mirov carek din bê ser mal û xaniyên xwe. Çarenûsa Êzidiyan vegera Şengalê ye.”
Coxî da zanîn mirovek axa wî nebe, nasnama wî nîne û wiha dom kir:”Mirov dema bê ax ma, bê nasname û bê şexsiyet dimîne. Di dîrokê de heta niha neyarên Êzidiyan hewl dane Êzidiyan bê cih û war bikin. Gelek gund, mal û erdên Êzidiyan ji aliyê Ereban ve dagirkirin, niha jî Ereb li ser wan cihê me, niştecih bûne û li ser xwe tapû kirine. Ger ku ev malên ku niha vegeriyane Şengalê û Til Gizêr nevegriyan, malê wan jî wê dest biçûya. Ji bo wê divê gelê me vegerên li ser cih û warên xwe.”
LEYLA LORÎN/ROJNEWS-ŞENGAL