Mexmûriyan êrişa ser Şengalê bi tûndî şermezar kir

 Êrişa dewleta Tirk ya dagirker a li ser Şengalê ku tê de Hevserokê Desteya Rêveberiya Xweser a Şengalê Merwan Bedel şehîd bibû, hate şermezarkirin.

Li Saziya Malbatên Şehîdan ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ( Mexmûr) êrîşa dewleta Tirk ya dagirker a ser Şengalê, bi tûndî hate şermezarkirin.

Beriya ku daxuyanî were dayîn, ji bo tevahî Şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêz girtinê daxuyaniyek mamoste Sedîq Benek axivî.

Sedîq Benek di destpêka axiftina xwe de behsa êrişa dewleta dagirker ya ser Şengalê kir û got: “Di êrîşa dewleta faşîst a Tirk de Hevserokê Meclîsa Xweseriya Şengalê Merwan Bedel li gel du zarokên xwe bûn hedefa balafiran, di encama êrîşê de Merwan Bedel şehîd dikeve. Ev êrîşek hovaneye û em vê êrîşê şermezar dikin. Dema em li dîrokê dinêrin hişmendiyên faşîst ji bo serbikevin her tim pêşengên gelê Kurd dikin hedef. Lê Tevgera Azadiya Kurdistanê ev hişmendiya dewletên faşîst pûç kirine. Edî li şûna her pêşengekê bi dehan pêşeng derdikevin. Ne firokeyên dewleta faşîşt, ne jî hevkariya Iraq û PDK’ê nikare gelê Kurd ji yekîtî, ax û Serokatiya wî qût bike. Em hêvî dikin ku ji niha û şûn ve herkes ji bo xweseriya Şengal û Gelê Kurd rêzdar be.”

Benek dawiyê de bang kir û got; “Em bang li hemû raya giştî dikin ku li hember van êrîşan bêdeng nemînin, derkevin kolanan û dengê xwe bilind bikin.”

Daxuyanî bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo,’ ‘ Şehîd Namirin’ bi dawî bû.

ROJNEWS-MEXMÛR

Show More
Back to top button