Şengalî li dijî êrîşên dewleta Tirk û hevkarên wê daketin qadan

Şengalî piştî cenazeyê Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel li çiyayê Şengalê oxir kirin, di van kêliyan de bi dirûşmên, “Şehîd Namirin” û “Bijî Xweseriya Şengalê” li Sinûnê dest bi meşeke girseyî kirin. Girseya gel a bihêrs bi dirûşman êrîşê şermezar dikin.

Şengalî li dijî êrîşên dewleta Tirk û hevkarên wê meşeke girseyî li Sinûnê destpê kir. Girseya ku ji şehîdgeha Şehîd Berxwedan û Şehîd Dilgeş ya li çiyayê Şengalê vegeriyan, berbi nahiya Sinûnê ve ketin meşê.

Di meşê de girseya bihêrs timî dirûşmên, “Şehîd Namirin” û “Bijî Xweseriya Şengalê”, “Şehîd Merewan namire”, “Ey şehîd Xwîna te li erdê namîne” diqîrin. Wêneyên şehîd Merwan Bedel û şehîdên pêşeng yên Êzîdxanê û rêhevalên wî jî di meşê de hatine rakirin.

Hejmareke zêde ya jinan li refên pêş yên meşêne.Li gorî agahiyan wê girse piştî meşê bi daxuyaniyeke çapemeniyê êrîşan şermezar bikin.

Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel ê bavê çar zarokane duh di encama êrîşa balafira bêmirov ya dewleta Tirk de şehîdbû.

Rêveberiya Xweser ji van êrîşên Tirkiye hikûmeta Iraqê û PDK’ê berpirsyar digire.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button