PYD’ê nerazîbûn nîşanî êrişa li dijî Hevserokê Meclisa Rêveber a Şengalê da

PYD'ê êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser Şengalê ku di encamê de Hevserokê Meclisa Rêveber a Şengalê Merewan Bedel şehîd bû şeremzar kir û bang li civata navneteweyê û azadxwazên cîhanê  kir ku rejîma Tirk sûcdar bikin.

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) têkidarî êrişa dewleta Tirk a dagirker a bi balafireke bê mirov a li dijî wesayeta Hevserokê Meclisa Rêveber a Şengalê Merewan Bedel ku di encamê de şehîd bû, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: ”

Hemwextî êrişên hovane yên DAIŞ’ê yên li ser gelê me yê Başûrê Kurdistanê, dewleta Tirk a dagirker bi hevbendiya AKP-MHP, di çarçoveya siyasetên xwe yên qirkirina yên li dijî gelê Kurd û kokên wê yên dîrokî de, hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê Merwan Bedel kir hedef. Dewleta Tirk li navçeya Xanesorê ya Şengalê bi rêya balafireke bê mirov li erebeya wî ya sivîl da ku du zarokên wî jî tê de hebûn.

Şehîd Merwan Bedel yek ji kesayetên ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê damezirand û di parastina gelê me û pêkhateyê êzidî yên li Şengalê ji rêxistinên terorîst de yên ku hwel dan gelê Kurd ji xaka wan a dîrokê ve tune bike de xwedî têkoşîneke bêhempa bû û dema komkujî li dijî gelê me yê êzidî yên li Şengalê hatin kirin  li hemberî rêxistina DAIŞ  a terorîst şer kir.

Îsrara faşîzma Tirk û hewldanên wê yên qirkirina gelê Kurd û pêkhateyên wê qedîm, îsrara gelê me ya berxwedan, fedekarî û girêdana bi xaka xwe ya dîrokî ve, şerê li hemberî rêxistinên terorîst ên rejîma Tirk a dagirker de zêde dike.

Bêdengiya navneteweyî ya li hemberî rejîma Tirk a ku teknîka nûjen li dijî gelê me yên li Kurdistanê bi kar tîne, nîşan dide ku ew kiryarên terorîst ên li dijî gelê Kurd erê dikin.

Em Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk PYD’ê bang li civata navneteweyî, saziyên demokratîk û azadxwazên cîhanê dikin ku rejîma Tirk sûcdar bike ku siyasetên qirkirinê yên plankirî li dijî gelê Kurd û tevahî pêkhateyên herêmê pêk tîne. Her wiha em bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê û hikumeta Iraqê dikin û berpirsyartiyên xwe bi cih bînin û sînorekî ji binpêkirinên Tirkiyê yên li dijî serdestiya Iraqê û binpêkiriên belgeyên navneteweyî re deynin.”

ANHA

Show More
Back to top button