KCDK-E’yê êrîşa terorî ya Tirk a li ser Şengalê şermezar kir

KCDK-E'yê êrîşa terorî ya dewleta Tirk a li ser Şengalê şermezar kir û bang kir ku her kes êrîşê şermezar bike.

KCDK-E’yê têkilî êrîşa terorî ya dewleta Tirk a li ser Şengalê ku bi êrîşa bi droneyên çekdar Hevserokê Konseya Rêveberiya Xweser Merwan Bedel şehîd bû daxuyaniyek da û êrîş şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin hikûmeta navendî ya Iraqê û hikûmeta Kurdistanê ya Federal bi bêdengiya xwe komkujiyê dipejirînin û hate gotin heke ne hevkarên vî sûcî ne divê mekanîzmayên navneetewî li dijî Tirkiyê bidin şixulandin.

KCDK-E’yê bang li gelê Kurd ê Êzîdî yên li Ewropayê û tevahiya gelê Kurdistanê û dilxwazên mirovahiyê kir ku li dijî komkujiyên dewleta Tirk rabin ser piyan.

KCDK-E’yê got, ”Divê hemû Kurdistanî zanibin xwedîderketina li Şengalê peywira sereke ya netewî ye. Bêdengî tê maneya desteka li komkujiyên dewleta Tirk.”

ANF- NAVENDA NÛÇEYAN

Show More
Back to top button