Bi paqijiyê piştgirî dan jinan 

Li Şengalê Şaredariya Gel bi destpêkirina pêngavek paqijiyê, piştgiriya xwe ya ji bo jinan anî ziman.

25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Dijî Tundiya li ser Jinê ye, li seranserê cîhanê jin ji niha de rabûne ser xwe û daxwaza mafê jinan dikin. Li Şengalê jî ji niha de çalakiyên ji bo 25’ê Mijdarê destpêkirine. Li ser vî bingehî Şaredariya Gel a Şengalê li nav Şengalê dest bi pêngavek paqjiyê kir.

Endamê Rêveberiya Şaredariya Gel a Şengalê Cindo Emer derbarê pêngava paqijiyê de ragihand ku wana hem ji bo piştevaniya mafê jinan, hem jî ji bo 25’ê Mijdarê dest bi pêngavek bi vî awayî kirine.

Emer diyarkir ku li her derê mafê jinan tê binpêkirin, ew jî dixwazin bi vê pêngava xwe ya paqijiyê piştevaniyê bidin jinan. Bi pêngavê re me xwest her kes bizane ku em dijî şîdeta hemberî jinan ne bêdengin, divê her kes xwedî li pêngavê derbikeve.

Hevserokê Meclîsa Gel a Şengalê Mêx Mirad jî destpêkê spasiya xelkê Şengalê kir û got; “Di her warî de jin alîkarin, lewma me jî xwest em bi hatina 25’ê Mijdarê re piştgiriyê bidin mafê jinan. Li kuderê xizmetek bê xwestin, emê bi erka xwe rabin.”

ROJNEWS-ÎBRAHÎM ÊZDÎN

Show More
Back to top button