Li Şengalê Mam Beşîr hate bibîranîn  

Li Şengalê ji bo Hesen Dûtar(Mam Bşîr)  merasimek hate lidarxsitin. Di merasimê de li sernavê sazî û rêxsitnên civaka Êzidî axaftin hatinkirin û soza pêkanîna xewin û xeyalên şehîdan hate dan.

https://www.youtube.com/watch?v=6oIU-wNBAz0

Endamê kordînasyona Civaka Êzidî, Mam Beşîr di 14’ê kanûna 2020’an  de ji ber kirîza dil jiyana xwe ji dest da û gihişte asta şehadetê. Îro li Şehîdgeha Şehîd Deilgeş û Şehîd Berxwdan bi amedebûna bi sedan welatiyên Şengalê, Serokeşîr, Oldar, tevî malbata Şehîd bi merasimekê Mam Beşîr hate bi bîranîn.

Di serî de gora Şehîd Mam Beşîr hate  ziyaretkirin û piştre merasimek hate  lidarxsitin. Di merasimê de li sernavê Malbata Şehîd, sazî û rêxsitinên civaka Êzidî axaftin hatin kirin.

Di serî de birayê Mem Beşîr  Ehmet Dûtar axivî, di serî de sersaxî ji tevahiya gelê Êzidî re xweset û got: Tevlî ev qas êş û azarên ku gelê Şengalê kişandine bê navaber li ber xwe didin û li ser piyane  û liber xwe didin em silav dikin. Em çiqasî ji derveyî welat bin jî lê  herdem em piştgiriya qeheremiya gelê xwe ê Şengalê û taybet jinan dikin.  Civaka karibû çand û zimanê me biparêze, gelê me yê Şengalê bû, lewma xwedî derketina li  Şengalê  erka her kesekiye.”

Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê jî Hemed Bişar da diyakirin  ku li her çar parçeyên Kuridistanê şerekî giran tê meşandin û got: “Li her derê pêşengên  me   hedef digirin. Bi sedan pêşengê me şehîd dikevin. Pêwîste em wek  malbatên  Şehîddan yekîtiya xwe  çêkin li herçar parçeyên Kuridistanê.”

Li sernavê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ  Kinê Xidir jî axaivî û got “Ji bo gelê  me karibe rêxsitine xwe çêbike û bibin tifaq gelek ked û bedel hatine dan. Mam Beşîr   berdewam ji bo yekîtiya  Êzidiyan kar dikir. Em wek civaka Êzidî pêwîste li ked û xwestekên wan Şehîdan xwedî derkevin. Em wek civaka Êzidî serkeftina herî mezin me bidest xwe xistiya. Bi rêxsitinbûna xwe emê bigehin armnêcên xwe.”

Hisên Sado jî li sernavê Rêveberiya Xweser a Şengalê  sersaxî  ji tevhiya gelê Êzidî e xweset û da diyarkirin ku şehîdên li ser axa Şengalê şehîd ketine navê wan di rûpelên dîrokê de hatiya nivisan û wê dest ji xeyalên wan bernedin.

Herî dawî Ji Fermandarê YBŞ’ê Tîrêj Şengalî axivî û got: “Em wek YBŞ û YJŞ’ê  beriya her tiştî xwe wek şagirtê,Beşîr, Zekî, Said, Şîlan û Nûjiyanan dibînin. Sekna Mam Beşîr di nava Êzidiyan de seknekî birûmet bû.  Ji bona vê Mam Beşîr 40 salên têkoşînê  dan meşandin û  salên xwe yên têkoşînê li Şengalê  ji bo civak xweya Êzidî dan meşandin. Salek derbas dibe ku mamê me gehişta asta şahdetê lê ewê li dilê civak Êzidî de herdem zindî be. Mam Beşîr li Şengalê di demên herî zehmete de, sekinekî bi hêz û moral raber dikir. Em wek şagirtên Mam Beşîr li xewn û xeyalên wan xwedî derkevîn.”

Piştî axaftinê sînevîzyona li ser jiyan û têkoşîna Mam Zekî hate pêşandan. Merasîm bi belavkirina xêrê bi dawî bû.

 ROJNEWS-ÎBRAHÎM ÊZDÎN

Show More
Back to top button