Malbatên şehîdên Şengalê êrîşa dijî Qamişlo’yê şermezar kirin 

Malbatên ku zarokên wan di pêngava rizgarkirina Şengalê de şehîdbûne, êrîşa li dijî Qamişloya Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin û rexne jî li welatên garantor kirin ku berpirsyariyên xwe bicîh naînin.

Dewleta Tirk ya dagirker du roj berê li taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişloyê bi balafirên bêmirov êrîşê wesayîteke welatiyan kiribû û di encamê de 3 welatî şehîd bûbûn. Malbatên şehîdan yên Şengalê êrîşê şermezar kirin. Malbat her wiha dewletên garantor yên pêşî li êrîşan nagirin jî rexne kirin.

Endamê Malbatên Şehîdan yê Şengalê Abdulkerîm Şengalî, bavê şehîd Sîpan ê di pêngava rizgarkirina Şengalê de şehîdbûbû, êrîşa li Qamişlo ku di encamê de 3 welatî şehîd ketibûn şermezar kir. Abdulkerîm Şengalî nerazîbûna xwe ya dijî êrîşên li ser Rojava bi van gotinan îfade kir: “Em naxwazin êrîş ne li ser Çiyayê Şengalê ne jî li ser Qamişlo çêbibe. Mirovên me li Qamişloyê şehîd ketin, em gelek bihêrsin û van êrîşan şermezar dikin.”

Endamekî din ê Malbatên Şehîdên Şengalê û birayê şehîd Rojhilat Hazim Hisên jî êrîşa li dijî Qamişloyê şermezar kir û got: “ “Em dewletên garantor rexne dikin ku rê li ber van êrîşan nagirin. Ji ber gelê Kurd axa xwe diparêze rûberûyê êrîşan tê. Em van êrîşan şermezar dikin.”

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button