Dayîka Şehîd Êzdîn: Rêber Apo gerîla û şervanên xwe bi hawara me ve şand 

Dayîka Şehîd Êzdîn Nûra Xidir diyar kir ji derveyî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gerîlayên wan ti kesî tiştek bo Şengalê nekiriye û ji ber vê jî diyar kir dayîkên Êzîdî dixwazin Rêber Ocalan azad bibe.

13’ê Mijdara 2015’an Şengal ji aliyê gerîlayên HPG-YJA Starê û şervanên YPG-YPJ’ê û ciwanên Êzidî ve ji destê DAIŞ’ê hate rizgarkirin.

Dayîka şehîd Êzdîn ê di pêngava rizgarkirina Şengalê de şehîdbûbû Nûra Xidir têkildarî girîngiya azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo civaka Êzidî û salvegera rizgarkirina Şengalê axivî.

Nûra Xidir dazanîn yên Şengalê rizgarkirin zarokên wanbû û wiha axivî: “Hemû zarokên mebûn jib o rizgarkirina Şengalê şer kirin û şehîd bûn.”

Dayê Nûra Xidir dazanîn ji derveyî Rêber Ocalan û gerîlayên wî ti kes tiştek bo Şengalê nekirine û ev tişt got: “Ji derveyî Serok Apo ti kesî tiştek ji bo me nekir. Serok Apo şervan û gerîlayên xwe bi hawara me ve şand.”

Dayê Nûra daxuyakirin ku dayîkên Êzîdî dixwazin Rêberê wan ji zîndanê derkeve û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Rêber Apo di nava çar dîwaran de ye. Em dayîkên Êzidî û dayîkên şehîdan dixwazin azad bibe. Zîndanîkirina wî weke zîndanîkirina me ye.”

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button