‘welatê xerîbiyê nabe ax û milkê mirov’

Gundê Qûca Cimê yek ji wan gunda ne ku dikeve ser sinorê Rojavayê Şengalê, xelkê gund li ser bostan û xwedîkirina sawalan jiyana xwe bi rêve dibin.

Xelef Nayif ê ku weke malbat debara xwe li ser çandîniya bostanan dikin ji Radyo Dengê Çira Şingalê re axivî. Xelef bi xwe ji gundê Duhola yê Şingalê ye, lê bi demsala çandiniyê re berê xwe didin Qûca Cimê û li vir çandiyê dikin, û ev çend sale bi malbata xwe re karê çandiniyê re mijûl dibe wiha qala karê xwe ji me re dike: “Em ji meha Nîsanê ve tên bostan diçînin heya meha Kanûnê em li vir dimînin. Em niha sê mal li ser vî bostanî ne û li vê derê em kar dikin. Her malbatek jî nêzî deh pazda kes in. Em di vî karî de gelek zehmetiyan dibînin. Piranî bostanên me li ser sîba yê ne. Ji bo em jî bikaribin li vê derê baxê xwe hîn xweştir bikin me ji xwe re sîbayekî kirê kiriye. Heta niha hikumetê ji bo me xizmetek nekiriye.”

Xelef her wiha ji bo me buhabûna malzemeyên ê çandinî kir û wiha pêde çû: “ Îsal ne weke par bû û malzemeyên ku ji bo çandiniyê bi taybet weke îlacên ku em ji bo bustanên xwe bi kar tînin gelek biha bûn. Weke dibêjin tu çi biçînê tu wî berhemî radikê, ji ber ku me jî gelek baş li bax û bostanên xwe meyze dikir, berhemê ku me girtiye jî gelkî baş bû lewma di sûkê de ne disekinî. Em her sal tên vir sibeyekê bi heşt û heft milyonan kirê dikin û wisa pêwîstiya xwe ya avê digirin. Divê mehê de ji ber dinya sar dibe bacan jî hin sor nebûyîne xira dibin. Lewma em hin bi bacanan bi kerrkî jê dikin, dixin bin naylonan de heya demkê şûn de sor dibin. Ji ber ku bin naylon germ e ew jî dibe alîkar ku berhemê maye xirab nebe. Bacan heya meha duwazdan dimînin.

Nayif ji ber ku îro li ser axa xwe bi aramî jiyan dike wiha kêfxweşiya xwe anî ziman û bi van gotinan dawî li axavtina xwe anî: “ji ber em îro li ser axa xwe ne û karê xwe bi keda destê xwe dikin pir kêfxweş in. Kar di Şingalê de heye, ger mirov bixwaze dikare gelek karan bike. Welatê xerîbiyê nabe ax û milkê mirov. Welatê mirov roniya çavê însan e.”

RADYO ÇIRA ŞINGALÊ

Show More
Back to top button