‘Di fermanê de jî bêdeng man, ji bo çekên kîmyawî jî bêdeng in’

Êzidiyên Şengalê ji ber êrîşên bi çekên kîmyawî gelek dilgiran in û baweriya xwe ya ji bo gerîlayan bi gotina “Gerîla her bi gelê Êzidî re bûye’ tînin ser ziman. Şengalî bêdengiya hêzên navneteweyî jî wekî hevalbendiya Erdogan dinirxînin û dibêjin;“Di fermanê de jî bêdeng man, niha jî bêdeng in.”

Derbarê bikaranîna çekên kîmyawî ya li hemberî gerîla de her roj delîlên nû ji raya giştî re têne eşkere kirin lê bêdengiya raya giştî ya cîhanê û hêzên navneteweyî berdewam dike. Dewleta Tirk a ku ji vê bêdengiyê cesaret digire ji milekî ve hewldanên dagirkirinê kûr dike ji milekî ve jî gef û êrîşên li ser Rojava zêde dike. Êzidiyên Şengalê ku van êrîşan ji nêz ve dişopînin, dibêjin ku yên di fermana 2014’an de bi hawara wan ve hatin gelê Rojava û hêzên gerîla bûn ku niha dibin hedefa êrîşan.

Endamê Meclîsa Borik, Hesen Borik êrîşên bi çekên kîmyawî yên li ser gerîla wekî êrîşeke li ser civaka Êzidî binav kir û bibîrxist ku di fermana 2014’an de tu kes neçûye hawara wan lê tenê gerîla xwe gihandiye wan. Hesen Borik got ku bi hezaran Êzidî bi saya gerîla ji destê DAIŞ’ê rizgar bûne û wiha berdewam kir: “300-400 şehîd di ber me de dan. Niha li ser wan gerîlayan çekên kîmyawî tên bikaranîn. Em vê şermezar dikin. Dewlet hemû bêdeng in. Ji ber ku qebûl dikin deng nakin.”

Hesen Borik li hemberî gef û êrîşên dewleta Tirk a li ser Rojava jî bibîrxist ku di fermana 2014’an de li gel gerîla gelê Rojava jî xwe gihandiye wan û got “Em û Rojava yek in.”

‘Em ji PDK’ê re nabin xulam’

Di demên dawî de rayedarên PDK’ê car din dixwazin peymana 9’ê Cotmehê bixin rojevê. Li ser daxuyaniyên PDK’ê jî Hesen Borik helwesta civaka bi van gotinan diyar kir: “Em nahêlin gelê Êzidî û Şengal bikeve bin destê tu kesî de. Em ji kesî re nabin xulam. Em qebûl nakin yek pêşmerge jî were Şengalê.”

‘Di fermanê de bêdeng man, niha jî bêdeng in’

Yek ji Êzidiyên ku li hemberî êrîşên li ser gerîla xwedî hêrs û bertek e Sifyan Borik e. Sifyan Borik jî rola gerîla ya di parastina civaka Êzidî de anî ser ziman û wiha axivî: “Dema ferman li ser serê me rakirin hemû dewlet bêdeng man. Gerîla hate Şengalê, gelê Êzidî xilas kirin niha jî li hemberî gerîla çekên kîmyawî bikartînin. Dewletên navneteweyî jî bêdeng in, em şermezar dikin.”

‘Rojava fedekarî kir, emê jî bikin’

Di demên dawî de êrîşên dewleta Tirk a li ser Rojava zêdetir dibin. Sifyan Borik van êrîşan jî nirxand û got Êzidiyên Şengalê van êrîşan qebûl nakin û wiha berdewam kir: “Êrîşên Erdoganê faşîst ên li ser Rojava em qebûl nakin. Di 2014’an de me tu kesî di milê xwe de nedît, me tenê gelê Rojava dît. Rojava di her milî de ji bo Şengalê fedekarî kir. Divê em jî fedekarî ji wan re bikin.”

‘Heya keç û xortek Êzidî hebe em peymanê qebûl nakin’

Wekî hemû Êzidiyên Şengalê, Sifyan Borik jî bi tundî li dijî Peymana 9’ê Cotmehê ye. Sifyan Borik diyar kir ku ew car din rê nadin dayik û xwişkên wan bibin kole û ew jî bibin xulam. Sifyan Borik got ku dixwazin fermana nîvcomayî bi peymanê temam bikin û ev peyam da: “Bila Mala Barzanî baş zanibe, em peymana 9’ê Cotmehê qebûl nakin. Heya xort û keçek Êzidî heye em nahêlin werin Şengalê.”

‘Gerîla her bi gelê Êzidî re bûye’

Endama Meclîsa Gel Nadir Borik bi gotina “Gerîla her bi gelê Êzidî re bûye” dest bi nirxandinê kir û êrîşên bi çekên kîmyawî yên li ser gerîla şermezar kir. Nadir Borik balê kişand ser bêdengiya hêzên navneteweyî ji û wiha axivî: “Divê li dijî çekên kîmyawî derkevin. Wekî din ji bo gelê Rojava, ew jî her bi me re bûye, di fermanê de deriyê xwe ji me re vekiriye. Em êrîşên li ser Rojava jî qebûl nakin.”

‘Bêdengiya hêzên navneteweyî hevaltiya Erdogan e’

Elî Brahîm Îdo berpirsê makara PADÊ ya Borik e. Ew jî balê kişand ser bikaranîna çekên kîmyawî û got ku li gor yasayên navneteweyî bikaranîn van çekan qedexe ye. Brahîm Îdo bêdengiya hêzên navneteweyî jî wiha nirxand: “Dewletên navneteweyî bêdeng in, em wan jî wekî Erdogan şermezar dikin. Bêdengiya wan hevaltiya Erdogan e.

‘Em qenciya gelê Rojava tu carî ji bîr nakin’

Brahîm Îdo gef û êrîşên li ser Rojava jî wekî êrîşên li ser civaka Êzidî nirxand û got: “Em tu carî qenciya gelê Rojava ji bîr nakin. Di fermanê de malên xwe ji me re vekirin, YPG bi me ve hat, rê ji me re vekirin. Em heya mirinê qenciya Rojava ji bîr nakin û êrîşan jî qebûl nakin.”

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button