Gundê Barê yek ji cihê berxwedana Êzîdiyan 

Gundê Barê, mînaka jiyana xwezayî ya civaka Êzidî û keleha berxwedanê ya şervan û gerîlayane. Gundê di hembêza Çiyayê Şengalê de, ji ber berxwedana xwe ya li hemberî DAIŞ’ê wekî Gelîyê Şehîdan tê binavkirin.

Dema mirov berê xwe bide Çiyayê Şengalê,  jiyana xwezayî ku civaka Êzidî di dîrokê de pê jiyan dikir tê bîra mirovan. Bi sedansalan e ku gelê Êzidî li Çiyayê Şengalê çand, ziman û nasnameya xwe ya civakî parastiye. Sedemê ku heya niha kesekî nekariye Êzidiyan bihelîne û ji kokê rake yek jê, jiyana dihembêza Çiyayê Şengalê de ye.

Gundê Barê ku yek ji gundên kevin ê Êzidiyan e, mînaka bi sedan gundên din e. Barê, gundekî ji 70 malan pêk tê ku piraniya wan ji eşîra Simoqiyan a Êzidiyane. Ev gund dikeve bakûrê rojavayê Çiyayê Şengalê. Ji herêma ku Barê lê ye, di nava Şengaliyan de herêma Gêdûka Xerbî jê re tê gotin.

Jê re dibêjin Geliyên Şehîdan

Kevneşopiya Êzidiyan, jiyana wan heya roja meya îro li Barê tê jiyankirin. Gundê Barê bi rez û baxên wê yên xweş tênasîn. Li destpêka gund,wêneyên gerîla û şervanên şehîd hatine daleqandin. Li gor agahiyên ji xelkê gund me girtin, di dema êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê ya li ser Şengalê de berxwedaneke bêhempa li Barê hatiye kirin û bi berdelên giran ev gund hatiye rizgarkirin. Loma nihe jê re dibêjin “Geliyê Şehîdan”

Em niha di destpêka demsala payîzê de ne û li Şengalê beriya her derê ewrên payîzê xwe li ser esmanê Barê li hev kom dikin. Pelên daran, ava kaniyan xweşikiyek hîn zêdetir bi mirovan dibexşîne. Di gera me ya di nava Barê de em rastî muxtarê gund Hecî Delêf hatin û wî ji me re behsa gund kir.

Gund 65 rojan li hemberî DAIŞ’ê li ber xwe da

Hecî di serî de behsa berxwedaniya li herêmê kir ku çeteyên DAÎŞ’ê di 3’ê Tebaxa 2014’an de gelek hewl dane vî gundî ji destê şervan, gerîla û gelê gund derxin. Hecî wiha behsa wan rojan dike: “DAÎŞ’ê du caran hewl da ku bikeve gund û tê de bimîne lê me 65 rojan li ber xwe da û heya ku hevala xwe gihandin me, me rê neda ku ew derbasî gund bibin. Heval Agir bi hevalên xwe re li vir berxwedanî kirin, du heval û kesek ji gundê me, dema parastina mezargeha gund dikirin li vir şehîd ketin.”

Di berdewama axaftina xwe de Hecî dibêje ew berê li gund 70 mal bûne lê piştî fermanê heya niha tenê 20 mal vegeriyane cihê xwe û sedema vê jî wiha tîne ser ziman: “Ji ber sozên ku hikûmetê ji me re dane pêk naynin, 50 malbatên me li Şêxan û yên din jî li derdora Şengalê dimînin. Me rojekî bi tenê jî dest ji gundê xwe berneda.”

Debara gund li ser xwedîkirina pez û rezan e

Di nava gund de em rastî Mehmûd Qasim Xanim jî hatin ku ji dema fermanê heya niha li gund dijî. Qasim ku jiyana xwe bi xwedî kirina pez û çandina rezan derbas dike, wiha behsa jiyan û debara gund dike: “Barê cihekî gelek xweş e, bi sedan salan e ev gund heye û em tê de dijîn. Karê me xwedîkirina pez û karê baxçe ye. Ji bilî vî karî, tu karekî din nîne li vir. Îsal jî jiber baran kêm hat, rezan berhemên xwe zû avêtin. Taybet di demsala payîzê de. Tu karekî em bikin nîne, xelkê gund di vê demsalê de zehmetî dibîne lê dîsa jî, em ji gundê xwe hez dikin. Em daxwaz ji cihên eleqeder dikin giringî bidin gundê me.”

ÎBRAHÎM ÊZIDÎ/ROJNEWS

Show More
Back to top button