Çekdarên PDK’ê bi çekên giran li ber derê navendên dengdanê kom bûne

PDK li navçeya Çomanê hêzek zêde bi çekên giran ve li ber derê navendên dengdanê komkiriye.

Li seranserê Iraq û Herêma Kurdistanê dengdana ji bo hilbijartina pêşwext ya Parlamentoya Iraqê di saet 07.00’an de destpê kir û wê heta saet 18.00’an berdewam bike. Danê siharê welatî kêm diçûn ser sindoqan, lê tê gotin piştî nîvro ve rêjeyek zêde diçe ser sindoqan û dengê xwe bikartînin.

Li gorî agahiyên ketine destê ajansa me, PDK hêzek mezin ya Zêrevanî li ber derê navendên dengdanê ya navçeya Çoman ya ser bi Hewlêrê komkiriye. Ya balkêş jî hêza PDK’ê bi çekên giran ve li ber derê dibistanên ku deng têde tên karanîn kombûye.

Rêveberê Komîteyên YNK’ê ya Herêma Balekayetî Loqman Werdî derbarê mijarê de ji Rojenws re axivî. Loqman got; “Hêza PDK ya Zêrevanî bi çekên giran li ber derê navendên dengdanê hatine bicihkirin. Welatî ji ber van hêzan nerazîne. Emê li ser vê mijarê gilî bikin û hewl bidin ev hêz ji ber derê navendên dengdanê biçin.”

Nayê zanîn bê ka ev hêz ji bo çi li ber derê navendên dengdanê hatine bicih kirin.

ROJNEWS-ÇOMAN

Show More
Back to top button