Serokeşîrekî Êzîdiyan banga beşdarbûna hilbijartinê li Êzîdiyan dike

Li Şengalê di saetên dawî yên dengdanê de çûyîna gel a ser sindoq her ku diçe zêde dibe. Yek ji serokeşîrên Xanesorê Dexîl Mirad jî dengê xwe bikaranî û ev peyam da: “Eger em îro dengê xwe nedin xwe, emê heya heya poşman bibin.”

Li Şengalê roxmê hemû rêgirî û astengiyan jî gel ji bo îradeya xwe ya azad diçe ser sindoqan. Bi taybet di danê sibehê de bi hinceta pirsgirêka teknîkî ya cîhazên dengdanê gelek kes nekarîn dengê xwe bi kar bînin. Lê civaka Êzidî guh neda tu astengiyê û di van saetan de pêl bi pêl ber bi sindoqan ve diçe.

Dexîl Mirad yek ji serokeşîrên Xanesorê ye ku dengê xwe bikar aniye. Dexîl Mirad balê kişand ser giringiya van hilbijartinan a ji bo civaka Êzidî û got “Îro roja xîret û serkeftinê ye.” Dexîl Mirad bang li hemû Êzidiyan kir ku hêz û vîna xwe nîşanî dost û dijmanan bidin û wiha axivî: “ Rabin ser xwe û dengê xwe bidin Êzdiyatiyê. Em dengê xwe nadin şexsekî, em dengê xwe didin pêşeroja Êzidiyan.” Dexîl Mirad di dawiya axaftina xwe de car din bang li civaka Êzidî kir û ev hişyarî kir: “Eger em îro dengê xwe nedin emê heya dinya hebe poşman bin.”

Di saetên dawî yên hilbijartinê de çûyîna gel a ser sindoq her ku diçe zêde dibe.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button