Rêveber û şêniyên Şengalê: Peymana 9’ê Cotmehê wê pêk neyê 

Di yekemîn salvegera Peymana 9’ê Cotmehê ya ji aliyê Bexdad-Hewlêrê ve dijî Şengalê hatibû îmzekirin de, rêveber û şênîyên Şengalê gotin ku Êzidiyan ev peymana îradeya wan nas nake, qebûl nekiriye û wê pêk neyê.

Di ser Peymana 9’ê Cotmehê ya di navbera Bexda û Hewlêrê de salek derbas bû. Civaka Êzidî piştî vê peymanê bi êrîşên leşkerî, siyasî û civakî re rû bi rû ma, lê bexwedana xwe jî domand.

Di yekemîn salvegera peymanê de rêveber û kesayetên Şengalê diyar kirin peymana ku îradeya Êzidiyan nas neke, wêk pêk neyê.

‘Civak nahêl ev peyman pêk were’

Yek ji kesayetên Êzîdî Qasim Elyas ê ji navçeya Sinûnê ya Şengalê, destnîşan kir ku Bexda û Hewlêr di nava xwe de ev peyman çêkiriye, lê haya Çiyayê Şengalê û civaka Êzidî ji wan nîne û wiha got: “Çiyayê Şengalê ji wan dûr e. Lê ew diçin peymanan li ser Şengalê çêdikin. Gelê Şengalê di nava vê peymanê de nine. Wê gelê Çiyayê Şengalê li beramberî vê peymanê bisekine û nehêle ev peyman pêk were.”

‘Peyman 9 Cotmehê îradeya Êzidiyan nas nake’

Hevserokê Meclîsa Gel a Sinûnê Xwedêda Elyas jî Peymana 9’ê Cotmehê wek dubarekirina xiyaneta 2014’an binav kir û got: “Armanca vê peymana di navbera hikumeta herêma Kurdistanê û Bexdayê de ew e ku fermana 2014’an berdewam bike. Ji ber ku ev peyman îradeya gelê Êzidî nas nake, Êzidî jî vê peymanê qebûl nakin. Hemû rêbazên siyasî, leşkerî, civakî û olî bikar anîn, lê nekarîn derbasî Şengalê bibin.”

‘Civaka Êzidî li ser fikra azad a Ocalan li ber xwe dide’

Xwedêda Elyas bal kişand ser fikra azad ku civaka Êzidî xwe dispêrê û wiha berdewam kir: “Civaka Êzidî bi hizra azad li dijî vê peymanê disekine. Civaka Êzîdî bi hizra azad a Ocalan liber xwe dide.  Bi Peymana 9’ê Cotmehê re hat xwestin ku fikrên azad ên Ocalan ji Şengalê rakin, lê berevajî vê, îro gelê Êzidî dikare bi fikrên azad ên Ocalan re liser piyên xwe bisekine.”

‘Şengal îro azad û demokratîk e’

Di dawiya axaftina xwe de Xwedê Elyas anî ziman ku îro Şengal, azad û demokratîk e, gelê Êzidî xwe birêve dibe û wiha got: “Em tu carî peymanên wan, xiyaneta wan qebûl nakin. Em nahêlin êdî wekî beriya 2014’an gelê Êzîdî  ji bo xwe wek kole bikarbînin. Pêwîste civaka Êzidî li gor erdnigariya xwe, li gor baweriya xwe birêve bibe.”

‘Civaka Êzidî ne civaka 7 sal berê ye’

Yek ji welatiyên Sinûnê Seydo Elî jî got, di ser Peymana 9’ê Cotmehê saleke bi berxwedan derbas bû û wiha dom kir: “Dîsa xwestin werin tevlihevî çêkin. Lê gelê me li ber wan sekinî û nehişt tevlîheviyan çêkin. Civaka êzidî ne civaka berê ye. Ev 7 sal di ser re derbas bûye. Êdî nas dike, zana bûye. Gelê Êzidî dizane kî dijmintiya wê kiriye.”

ÊZDÎN ŞENGALÎ-ROJNEWS

Show More
Back to top button