Eşîrên Şengalê piştgiriya xwe ji bo Şêx Semîr eşkere dikin

Berpirsên êl û eşîrên Şengalê ji namzetê PADÊ Şêx Semîr bawer in ku ewê ji bo Êzdayetiyê kar bike û piştevaniya xwe bi van gotinan anîn ziman: “Ew ji Çiyayê Şengalê re ye. Ewê parastina Êzidiyan bike, parastina Çiyayê Şengalê bike.”

 

Ji hilbijartina pêşwext a Iraqê re êdî çend roj mane. Li Şengalê jî xebatên hilbijartinê berdewam. Kampanyaya ku PADÊ dimeşîne ji niha ve li Şengalê deng vedaye, bi taybet bernameya PADÊ û xebatên namzetê wê Şêx Semîr di heman demê de hêzeke mezin daye yekîtî û tifaqa Êzidiyan. Piraniya civaka Êzidî li dora PADÊ û Şêx Semîr kom bûye û piştevaniya xwe ya ji bo wî diyar dikin.

Eşîr û binemalên Şengalê jî ji Şêx Semîr bawer in ku wê ne ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî an jî hizbî, lê ewê ji bo parastina bîr û baweriya Êzdayetiyê kar û xebat bimeşîne. Ji ber vê yekê jî piraniya eşîrên Şengalê bi awayek zelal vê piştgiriyê ji raya giştî re jî ragihandin.

‘Şêx Semîr ji Çiyayê Şengalê re ye’

Ji eşîra Şerqiya Şêx Sebrî Şemo got, heya niha her kî li ser navê Êzidiyan çûye Parlamena Iraqê ne ji bo Êzidiyan lê ji bo berjewendiyên xwe kar kirine. Şêx Sebrî Şemo piştevaniya xwe û eşîra xwe ya ji bo Şêx Semîr jî bi van gotinan anî ser ziman: “Eger Şêx Semîr were hilbijartin wê nebêje ez ji filan hizbî re me, ew ji Çiyayê Şengalê re ye. Ji xwêrxwaza Êzidiyan re ye. Wê parastina êzidiyan bike, parastina Çiyayê Şengalê bike. Em banga xwe digihînin gelê xwe, dengê xwe bidin Şêx Semir.”

‘Bi navê Tawîsê Melek sond dixwin lê derewan dikin’

Şêx Sebrî Şemo her wiha bertek nîşanî wan kesan da ku bi navê Êzdiyatiyê ji bo berjewendiyên xwe kar dikin û got: “Bi navê Tawîsê Melek sond dixwin lê derewan dikin. Ji ber berjewendiyên hizba xwe nikarin karek din bikin. Ew ne di destê xwe de ne.”

‘Feyda kesî ji me re nîne, em dengê xwe bidine xwe’

Yek ji eşîrên ku piştgiriya xwe ji bo Şêx Semîr diyar kiriye, eşîra Korkorka ye. Xwedêda Reşo ya ji vê eşîrê, diyar kir ku ew û eşîra xwe çi ji destê wan bê wê ji bo Şêx Semir bikin. Xwedêda Reşo bang li hemû Ezidiyên li Şengalê û li kampên Başûrê Kurdistanê jî kir û got: “Feyda kesî ji me re nîne. Em dengê xwe bidine xwe.”

‘Wê Şêx Semir ji bo Êzdiyatiyê bixebite’

Xelef Tala jî, ji binemala Hemoyê Şero ye ku wekî malbat piştgiriya xwe ya ji bo Şêx Semîr û PADÊ radigihîne. Xelef Tala jî di wê baweriyê de ye ku wê Şêx Semîr ne ji bo xwe lê ji bo Êzdiyatiyê bixebite. Xelef Tala bang li hemû Êzidiyan û ji eşîrên Êzidî re kir da ku dengê xwe bidin namzetê PADÊ, Şêx Semîr.

‘Kes nikare bi zext û zor li Şengalê rûnê’

Xelef Tala her wiha bertek li hewldanên PDK’ê ya dagirkirina axa Şengalê nîşan da û ev peyam da: “Em dengê xwe digihînin hemû Êzidiyên dinyayê re; yên vê derê firotine yên 7 sal in serdana gorên komî nekirine nû dixwazin bi zext û zorê werin li ser axa Şengalê rûnên. Bila kes nekeve navbera me û wan. Meydan ji me û ji wan re vekiriye. Em li ser linga ne û gavek paşde navêjin.”

ÊZDÎN ŞENGALÎ-ROJNEWS

Show More
Back to top button