‘Em hemû dengê xwe bidin Şêx Semîr Derwêş

Şengalî dixwazin her kes biçe ser sindoqan, dengê xwe bikarbînin û dengê xwe bidin namzetê PADÊ Şêx Semîr Derwêş. Wek sedem jî ew dibêjin; “PADÊ partiya şehîdane, bê ferq û cûdahî li Êzidiyan temaşe dike. Kesên beriya niha li ser navê me çûn parlamentoyê, tenê berjewendiya xwe fikirîn, ji bo wê divê her kes dengê xwe bide Şêx Semîr.”

Hilbijartinên pêşwext yên Iraqê wê di 10’ê Cotmehê de werin lidarxistin. Namzetên serbixwe û yên partiyên siyasî di nava pêşbirkê dene û di nava gel de digerin. Li Şengalê jî xebatên ji bo hilbijartinê dewam dikin û Êzidî dixwazin vê carê nûnertek xwe bişînin Bexdayê. Namzetê Şengalê Şêx Semîr Derwêşe û Şengalî dixwazin her kes dengê xwe bide Şêx Semîr.

‘Dengê xwe bidin partiya xwe’

Piştgiriya ji bo namzetê PADÊ Şêx Semîr Derêş jî roj bi roj zêde dibe. Cîgirê Desteya Rêveber yê Meclîsa Xweseriya Şengalê ya Demokratîk Azad Hisên xwest her kes îsal biçe ser sindoqan û dengê xwe bikarbîne.

Azad Hisên da zanîn ku civaka Êzidî di nava pêvajoyek girîng re derbas dibe, ji bo wê pêwîste her kes dengê bikarbîne û wiha pêde çû; “Ev hilbijartin ji yên borî cûdatire, ji ber ku di hilbijartinên borî de tiştek neketibû destê civaka Êzidî, ji bo wê pêwîste miletê me dengê xwe bi reng, heqîqet û wekeviya xwe karbîne. Me di hilbijartinên borî de gelek tişt winda kir, kesên li ser navê me çûbûn parlamentoya Iraqê, tenê berjewendiyên xwe yên kesî û malbatî fikirîn. Îro Şêx Semîr Derwêş li ser navê PADÊ, partiya şehîdan tevlî hilbijartinan dibe. Divê her kes dengê xwe bide PADÊ, divê gel dengê xwe bide xwe. Dijminên me gelekin, dixwazin bawerî, ziman û çanda me ji holê rakin. Ji bo wê pêwîste em hemû dengê xwe bidin partiya xwe PADÊ.”

“Ji bo yekîtiyê dengê xwe bidin PADÊ”

Welatiyê Şengalê ê bi navê Rizgo Xelef jî derbarê heman mijarê de nêrînên xwe anî ziman. Xelef dibêje, serkeftin ya PADÊ, ya gelê Êzidiye. Mirovê li nirx, şehîdan û wijdana xwe vegere, divê li xwe jî xwedî derkeve. Ji bo wê pêwîste em dengê xwe bidin Şêx Semîr Derwêş.

Rizgo Xelef di dewama axaftina xwe de got; “Ji bo ku saziyên me, hêza parastina me YBŞ, Asayîşa Êzidxanê bi awayek fermî werin qebûlkirin, divê em tifaqa xwe çêbikin û dengê xwe rast karbînin. Ji bo îradeya Şengalê divê em dengê xwe bidin partiya xwe, PADÊ îro bê ferq û cûdahî hemû civaka Êzidî hembêz dike, PADÊ demokrasî û aştiyê dixwaze.”

Xelef li ser hewldanên PDK’ê yên jibo dagikirina Şengalê jî got; “Ger miletê me yek be, wê hertim ji bo me şahî be, ger PDK dixwaze were û cardin bê û bibe desthilatdar, em ti carî qebûl nakin. Heya dilopek xwîna me heye, emê nehêlin ew werin. Gel naxwaze PDK were, em bi hemû saziyên xwe re ne û yekin.”

BÊRÎVAN ŞENGALÎ

Show More
Back to top button