Welatiyên Şengalê: Armanca PDK ne hilbijartin, Şengal e!

PDK’ê ku bi hêzên çekdar xwest bikeve Şengalê ji bo vê rastiyê veşêre dest bi propagandayeke berfireh kiriye. Gelê Şengalê dibêje ev plan girêdayî peymana 9’ê Cotmehê ye û armanc ne hilbijartin lê belê Şengal e.

 

Hêzên çekdar ên PDK’ê, 2’yê Cotmehê, bi hinceta propagandaya hilbijartinê hewldan derbasî Şengalê bibin lê civaka Êzidî li hemberî vê hewldanê bertekeke mezin nîşan da û hêzên PDK’ê ji ber berxwedana gel neçar ma ku vegerin. Ji vê rojê ve ye derdor û rayedarên PDK’ê dest bi propagandayê kirine da ku sedema esasî ya hatina xwe ya Şengalê veşêrin û di ser de jî xwe mafdar û mexdûr nîşan bidin.

Rêveberiya Xweser a Şengalê bi daxuyaniyekê bersiva van propagandayan da û got armanca esasî ew bû ku PDK di bin navê propagandaya hilbijartinê de derbasî Şengalê bibe û baregehên xwe veke. Gelê Şengalê jî vê hewldana PDK’ê wekî plana vegera li Şengalê dibîne û dibêje ewê tu carî rê nadin van planan.

‘Çima bi hêzên xwefirot û hêzên leşkerî ve tên’

Garis Xanesor diyar kir ku PDK ya di 3’yê Tebaxa 2014’an de terka wan kiriye û wan di destê DAIŞ’ê de hiştiye niha dixwaze vegere Şengalê û wiha axivî: “Me rê li ber Viyan û Miheme negirtiye, me dixwest beriya niha bên lê ne bi hêzeke xwefirotî an jî bi hêzeke leşkerî ve werin.” Garis Xanesor, her wiha bang li civaka Êzidî ya li kampên Başûrê Kurdistanê jî kir da ku  her Êzidiyek dengê xwe bide xwe, nede wî kesî ku car din îxanetê lê bike.

‘Hedefa wan ne Şerfedîn, bi giştî Şengal bû’

Ciwanê bi navê Feleh Hesen jî got, ew kesên ku îxanetê li civaka Êzidî kirine xwestine car din vegerin Şengalê lê Şengal bi berxwedanê bersiva wan daye. Feleh Hesen balê kişand ser armanca esasî ya hewldana hêzên PDK’ê û wiha berdewam kir: “Hatin gotin emê derbasî Şerfedînê bibin. Lê hedefa wan ne tenê Şerfedîn bû, dixwestin derdorê Şengalê bi giştî bigirin. Em wek ciwanên Êzidî dibêjin, car din pêşmergeyên PDK’ê nikarin vegerin Şengalê.”

‘Namzetê me nikare derbasî Başûrê Kurdistanê bibe’

Xwedêda Ilyas jî destnîşan kir ku ev hewldana dagirkirinê, bi plana 9’ê Cotmehê ve girêdayî ye û civaka Êzidî di ferqa planên siyasî yên li ser Şengalê ye. Xwedêda Ilyas got, PDK’ê her xwestiye civaka Êzidî ji bo berjewendiyên xwe bi kar bîne û ev nirxandin kir: “Em qebûl nakin careke din ew dijmin vî miletî ji xwe re bikar bîne. Dibêjin hilbijartin, ev 7 sal in çima derbasî Şengalê nebûne. Her namzetek dikare derbasî her cihê bibe lê em îro nikarin derbasî Başûrê Kurdistanê bibin. Mafê me jî heye em derbas bibin lê hikumeta PDK’ê nahêle namzetê me derbas bibe, nahêle taswîrek were daleqandin.”

ÊZDÎN ŞENGALÎ-ROJNEWS

Show More
Back to top button