‘Kesên xiyanetê li Şengalê kirine nikarin bibin namzetên me’ 

Dayîk û ciwanên Êzidî li hemberî namzetiya Viyan Dexîl û Miheme Xelîl û daxuyaniyên wan ên derbarê Şengalê de bi hêrsin. Dayîk û ciwanan gotin; “Em ne hevkar û îxanetkarên fermana 2014’an, ne jî berxwedêran ji bîr nakin. Kesên Şengalê berdan û reviyan, îro nikarin bibin namzetên civaka Êzidî.”

Ji hilbijartina pêşwext a Iraqê re demeke kurt maye. Her ku hilbijartin nêz dibe, kampanyayên hilbijartinê jî li seranserê Iraqê gur dibin. Civaka Êzidî jî di vê hilbijartinê de berê xwe daye PADÊ, ji ber ku di bernama vê partiyê de li gel mafê xwerêvebirin û xweparastinê yek ji xalên esasî jî hesabpirsîna berpirs û hevkarên fermana 2014’an e. Ango civaka Êzidî fermana 2014’an, hevkarên vê fermanê, kesên ji Şengalê revî û axa pîroz teslîmî DAIŞ’ê kirî hîç ji bîr nekiriye.

Civaka Êzidî hîç qebûl nake ku ew kesên di fermanê de li ber xwe nedane û terka Şengalê kirine îro werin û li ser navê wan biçin Parlamena Iraqê. Ji ber vê rastiyê, hêrs û berteka civaka Êzidî, bi taybet jî dayîk û ciwanên Êzidî li hemberî namzetiya Viyan Dexîl û Miheme Xelîl gelek xurt e. Êzidiyên Şengalê van her du kesan jî ne kesên di xizmeta Êzdiyatiyê de lê belê kesên di xizmeta polîtîkayên PDK’ê de dibînin.

‘Viyan Dexîl piştgiriya îxanetkaran kir’

Ciwanê Êzidî yê ji komelgeha Guhbelê Elî Xêyrî, pirsa “Viyan Dexîl ji bo Êzidiyan çi kir” dike û dibêje, mafê wê nîne ku car din ji Êzidiyan piştgiriyê ji bo hilbijartinê bixwaze. Elî Xêyrî, fermana 2014’an bibîr dixe û bi van gotinan nêrîna xwe tîne ser ziman: “Hê jî dayik û xwişkên me di destê DAIŞ’ê de ne, eger îxanet li Şengalê nehata kirin dibû ku nîvê wan nekevin destê DAIŞ’ê. Yên ku xiyanetê li vî gelî kir (PDK), Viyan Dexîl piştgiriya wan kir. Viyan Dexîl niha li kampan digere ji bo dengan. Çend salin Viyan Dexîl li parlamenê ji bo Êzidiyan çi kiriye? Ji dayikên Êzidî re çi kiriye?”

‘Miheme Xelîl beriya herkesî terka Şengalê kir’

Elî Xêyrî ji bo namzetê din a PDK’ê Miheme Xelîl jî hin rastiyên dîrokî car din bibîrdixe. Xêyrî dide zanîn ku Miheme Xelîl di dema fermanê de tevî malbata xwe beriya herkesî terka Şengalê kiriye û wiha pêde diçe: “Miheme Xelîl, xayînê vî gelî ye. Hemû hevpar bûn ku DAIŞ were Şengalê, ew û malbata Barzanî hevpar in. Dema teyare li Şengalê daye, li Ş.Seîd Hesen daye, çima dengê xwe nekir? Em wek ciwanên Êzidî wî qebûl nakin. Ji ber ku wî axa pîroz firot. Ka Miheme Xelîl ji bo Şengalê çi kiriye? Kî ji destê DAIŞ’ê xilas kiriye?”

‘Gelê me yê li kampan di bin destê dijmin de ye’

Ciwanê Êzidî Elî Xêrî balê dikşîne ser rewşa kampên li Başûrê Kurdistanê ku bi dehezaran Êzidî wekî zindanî tê de têne girtin. Elî Xêyrî diyar dike ku civaka Êzidî ya li kampan di bin zextan de ne lê ruxmê vê jî dixwazin dengê xwe bidin PADÊ û vê bangawaziyê li wan dike: “Bila zanibin kî dost e kî dijmin e. Gelek tişt hatin serê wan, gelek ji wan jî dizanin. Lê ji ber zexta PDK’ê nikarin bêjin. Ciwanek nikare biaxive, tê girtin. Ew di bin destê dijmin de ne. Nahêlin gelê me yê li kampan vegerin Şengalê.”

‘Em êdî şiyar bûne’

Dayikên Êzidî jî pirsên esasî ji Viyan Dexîl û Miheme Xelîl dikin ku zehmet e bersiva wan were dayîn. Ji ber ku dayikên Êzidî şahidên herî nêz a fermanê ne, ji herkesî baştir dizanin ka rastiya kî çi ye. Ji komelgeha Guhbel, dayika Ozan Şengalî jî dibêje; “Beriya fermanê em wekî koran bûn, me nezanî em dengê xwe didin kî. Lê em niha şiyar bûne.”

‘Dema teyare li me dan çima Viyan û Miheme nehatin’

Dayika Ozan gotinê tîne ser êrîşên li dijî Şengalê û van pirsan ji Viyan Dexîl û Miheme Xelîl dike: “Dema teyareyan li me da, me ev çend şehîd dan. Miheme Xelîl çima bi me ve nehat? Viyan Dexîl dibêje dixwazim biçim Şengalê, dema me qet û pariyên canên xwe kom kirin, dema li nexweşxaneya Sikêniyê dan çima nehatin?”

‘Dengê gelê me yê li kampan girtî ye’

Dayika Helo jî balê dikşîne ser rewşa Êzidiyên li kampan ên di bin zextên PDK’ê de û wiha berdewam dike: “Niha yên li kampan dibêjin emê dengê xwe bidin PADÊ tên girtin. Dengê wan girtî ye, dengê wan hecizandiye. Niha dema dengdanê ye, Miheme Xelîl diçe çadirên li kampan digere. Çima dema ku ew çadir dişewitîn neçû? Ne Miheme ne jî Viyan serdana wan çadiran nekirin. Niha wextê hilbijartinê ye digerin. Em naxwazin ne Viyan ne jî Miheme werin Şengalê.”

‘Yê me dît, pêşmerge revî û çû’

Gelê Şengalê, li hemberî daxuyaniyên Viyan Dexîl ên derbarê fermana 2014’an û berxwedana Şengalê de jî bi hêrs in. Viyan Dexîl di hin kanalên PDK’ê de îddia kiribû ku di dema fermanê de pêşmergeyên PDK’ê tevî gelê Şengalê li hemberî DAIŞ’ê heya dawî li ber xwe dane. Ciwanê bi navê Xêrî Guhbel, bi awayek zelal bersiva van îddiayan dide û dibêje: “Me bi xwe nedîtiye pêşmerge şer kiriye. Yê me dît, Êzidî di destê DAIŞ’ê de hiştin û revîn.

‘Bila rêgiriya gelê me yê kampan neyê kirin’

Her çiqas li kampan di bin zextên PDK’ê de be jî, civaka Êzidî dixwaze bi îradeya xwe ya azad dengê xwe bide. Xêrî Guhbel jî balê dikşîne ser vê rewşê û vê bangawaziyê li kampan dike:“Yên li kampan, 150 malbat gotine emê dengê xwe bidin Şêx Semîr eger rêgirî nebe. Sebep çi ye rêgirî tê kirin? Bila gelê me jî Êdî ji kampan vegerin ser axa xwe. Niha wekî zindaniyan e.”

‘Tiştek nema PDK’ê neanî serê gelê me’

Civaka Êzidî baş di wê ferqê de ye ku êdî kî ji bo berjewendiyên xwe kî ji bo Êzdiyatiyê kar dike. Musa Dîgurî jî destnîşan dike kesên wek Viyan Dexîl û Miheme Xelîl ji bo berjewendiyên xwe kar û xebat dimeşînin û bi van gotinan rexne li namzetiya wan a ji PDK’ê dike: “Me nedît rojekî kes di Parlamena Iraqê de behsa qewmê Êzidiyan kir. Me nedît yek ji wan bi navê Êzidiyan axivî. Çima nabêjin em Êzidî ne. Ji ber ku hizba te çend qirûşan bide te? Ev hizb tiştek nema neanî ser miletê te. Hun çima rastiyê nabêjin? Me navê Êzidî hev reş bikin. Tu li ser navê hizbekî (PDK) diçî parlamenê û Êzidiyan reş dikî. Em Şengalî ne, Êzidî ne. YBŞ Êzidî ye, Asayîşa me Êzidî ye, TAJÊ Êzidî ye. Hun çima van derewan li me dikin?”

ÊZDÎN ŞENGALÎ – ROJNEWS

Show More
Back to top button