Li Şengalê xebatên ji bo hilbijartinê: Dengê xwe bidin xwe 

PADÊ li Şengalê dest bi propagandaya hilbijartinên pêşwext yên parlamentoya Iraqê kir. Kolanên Şengalê bi al û wêneyên namzetê PADÊ hatin xemilandin. Welatiyan bang li hemû Êzidiyan kirin da ku dengê xwe bidin xwe.

Tê payîn di 10’ê Cotmeha 2021’an de hilbijartinên pêşwext yên Iraqê werin lidarxistin. Ji bo hilbijartinê tenê mehek ma û ji niha de, namzetên hatine diyarkirin dest bi propagandaya hilbijartinan kiriye.

PADÊ jî wê ji bo cara duyem bi awayeke fermî tevlî hilbijartinên Iraqê bibe. Di encama nêrîna hevpar a gelê Şengalê û saziyên Rêveberiya Xweser de Şêx Semîr Dewrêş weke namzet hate diyar kirin.  Ji niha ve xebateke berfireh a ji bo danasîna bernameya hilbijartinê ya PADÊ li Şengalê destpêkiriye.

Divê çarçoveyê de Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) li Şengalê dest bi propaxandaya hilbijartinê kir. Kolanên Şengalê bi wêneyên namzetê PADÊ û alên PADÊ hatin xemilandin. Li bajarokê Xanesorê endamên PADÊ tevî xelkê Şengalê ji bo Derwêş di nava liv û tevgerê dene.

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Caklîn Şengalî axivî û got; “Em bi tevlîbûna xwe ya di hilbijartinan de gelek kêfxweşin, PADÊ ji bo Êzidiyan karek baş kiriye û dike, ji dema fermanê heya roja me ya îro ev xebat dewam dike. Baweriya me bi namzetê me Semîr Derwêş heye û wê bibe dengê Êzidiyan. Em bang li êzidiyan dikin ku bibin yek û ji bo serxistina namzetê xwe kar bikin.”

Endamê Meclisa Xanesorê Bekat Qasim jî axivî û wiha got: “Kesên ku beriya niha bi navê Êzidiyan çûne parlamentoyê, tiştek ji bo Êzidiyan nekirine. Wê PADÊ li mafê me xwedî derkeve.”

Jina ciwan a binavê Nesrîn Xidir  jî da zanîn ku tenê PADÊ’ê di dema fermanê de jî li kêleka gel sekinî, îro jî bi gelê xwe reye.

Celal Havind jî diyarkir ku ew bi PADÊ gelek kêfxweşin û wiha axivî; “Em dengê xwe ji bo xwedî derketina Êzidxanê bikarbînin, xwedî li şehîdan derkevin. Îro ev kar ji bo bidestxistina mafê Êzidiyane. Divê hemû gelê me li PADÊ xwedî derkeve, dengê xwe bidin PADÊ û namzetê xwe biserbixin.”

Namzetê PADÊ Semîr Derwêş kiye?

Namzetê PADÊ ya ji bo Parlamentoya Iraqê Semîr Derwêş e. Derwêş di sala 1969’an de li Şengalê ji dayik dibe, di temenê xwe yê piçûk de dest bi xwendina zimanê Erebî dike û di encama perwerdehiya xwe ya salên dirêj de Zanîngeha Mûsilê quta dike. Piştî xwendina zanîngehê, vedigere nav civaka Êzidî û ev 12 sal in ku wekî berpirsê Dibistana Komelgeha Borik li Şengalê xizmeta civakê dike. Ango Semîr Derwêş ji xebatên civakî ne dûr e û dibêje ewê vê xizmetê di Parlamentoya Iraqê de ji bo mafên civaka Êzidî mîsoger bike, berdewam bike.

Derwêş, di hilbijartina Iraqê ya 2018’an de jî ji bo kota Êzdiyan a li Parlamentoya Iraqê, li ser navê PADÊ wekî namzet tê ragihandin. Lê ji ber ku di wan salan de vegera Şengalê hê nû destpê kiribû û piraniya Êzidiyên li Başûrê Kurdistanê di bin zextên PDK’ê de bûn, PADÊ nekarî namzetê xwe derbasî Parlamentoyê bike.

Ji bo hilbijartinên 10’ê Cotmeha îsal, PADÊ’ê carekî din Semîr Derwêş ji bo Parlamentoya Iraqê wekî namzet diyar kiriye.

ROJNEWS-NAVENDA NÛÇEYAN

Show More
Back to top button