Koçberên vegeriyane Şengalê: Jiyana li ser xaka xwe ji hertiştî baştire

Welatiyên ku kampên koçberên Başûrê Kurdistanê vegeriyane Şengalê destnîşan kirin ku mirov li ser axa xwe, li mala xwe be, ji her tiştî baştir e û banga vegerê li koçberên kampan kirin.

Hecî Faris Çolî, hevjîna wî Nûrê û dayika bi navê Ferîde ku ji kampanên Başûrê Kurdistanê vegeriyane Şengalê, hestên xwe ji Rojnews re anîn ziman.

Hecî Faris Çolî ji bajaroka Xanesorê ya Şengalê ye.  Di dema fermana 2014’an de ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê neçar dimîne ku ji Şengalê derdikeve. Faris Çolî tevî malbata xwe destpêkê diçe Rojavayê Kurdistanê, piştî demeke kurt jî berê xwe dide Başûrê Kurdistanê. Li Başûr tevî 50 malbatên din ên Êzidî li dibistanekê tên bicîhkirin.

Mamê Faris piştî 7 salan û gelek zehmetiyan, di meha tîrmeha 2021’an vegeriyaye Xanesorê û ji ber vegera xaka pîroz gelekî kêfxweş bûye. Faris Çolî ewqasî dibin keyfxweşiya vegera xwe de maye ku dibêje: “Bi navê xwedê, Şêx Hadî em gelek kêfxweş in bi vegerê.”

Mamê Faris bi vegerê re, dest bi sererastkirina mal û derdorê kiriye û jiyan jinû ve ava kiriye.

Faris Çolî li hemberî propagandayên reşkirinê ku hinek dezgehên çapemeniyê yên nêzî PDK’ê dijî şengalê dikin û îdia dikin li Şengalê aramî nine jî bi hers dibêje: “Ev 2 heyvin em hatine. Kesî ji me re tu pirsgirêk dernexistiye. Em bi dilrehetî diçin û tên, digerin.

Dayika Nûrê: Şangal cihê me ye

Hevjîna Mamê Faris, Dayika Nûrê jî ji vegera Şengalê gelekî kêfxweş e û dibêje: “Li kampên Başûrê Kurdistanê îsal tu alîkarî nehatiye kirin. Ji bo belengazan alîkarî pêwîst e, dema neyê kirin jî gelek zehmetî dikişînin. Piştî 7 salên koçberiyê me biryar da ku vegerin. Li wir gelekî zor bû, niha em hatin warê xwe. Em biçin ku derê jî Şengal her axa me ye, cihê me ye. Her ev der baştir e.”

‘Gelek kes ji ber êrîşên dewleta Tirk nikarin vegerin’

Dayika Nûrê dibêje, ji ber êrîşên balefirên şer ên dewleta Tirk, gelek kesên dixwazin vegerin Şengalê, nikarin werin û got: “Her kî vegeriya vê derê ser çavan. Her kî li kampan man jî xwedê alîkariya wan bike.”

Dakiya Ferîde: Mirov liser axa xwe be ji hertiştî baştir e

Yek ji kesên piştî salên dirêj ên jiyana li kampan vegeriyaye Xanesorê jî dayika bi navê Ferîde ye. Dayika Ferîda jî dibêje, “Mirov li ser erdê xwe be, ji her tiştî xweştir e. Li kampan însan aciz dibû, pir zehmet bû. Lê piştî vegerê kêfa me bi axa me tê. Însan li gundê xwe be, li mala xwe be xweştir e. Em gelek dilxweş û rehet in li ser erdê xwe.”

Dayîka Ferîde ji bo Êzidiyan li kampan mane jî bang dike: “Însan li ser axa xwe be, ji her tiştî xweştir e. Em hemû xwişk û bira ne, em dixwazin ew jî vegerin. Jiyana li kampan a di nav konan de zehmet e.”

ÊZDÎN ŞENGALÎ – ROJNEWS

Show More
Back to top button