Rûspiyekî eşîra Şemer: Em peymana li dijî Şengalê û êrîşên Tirkiyeyê qebûl nakin 

Rûspiyê eşîra Şemer yê Şengalê Mutheb Şilal Gihêt diyar kir, ew weke pêkhateyên Şengalê peymana  9’ê Cotmehê ya li roxmê îradeya gel hatiye îmzekirin qebûl nakin û got: “Çawa koçber dest bi vegerê kirin, êrîşên Tirkiye jî li dijî Şengalê destpêkirin. Tirkiye dixwaze aramiya herêmê têk bide. Em weke pêkhateya Ereb û eşîra Şemer êrîşên Tirkiyeyê

 

Rûspiyê eşîra Şemer yê Şengalê Mutheb Şilal Gihêt têkildarî ferzkirina peymana 9’ê Cotmehê ya derbarê Şengalê de, berçavnegirtina nêrîn û daxwazên pêkhateyên li Şengalê dijîn û sedema êrîşên dewleta Tirk de ji ajansa me re axivî.

Mutheb Şilal Gihêt dazanîn ji ber peyman bêyî berçavgirtina daxwaza gelê Şengalê hatiye çêkirin, qebûl nakin û got: “Peymana li dijî Şengalê bêyî berçavgirtina daxwaza gel û rêveberiya qezaya Şengalê pêkhatiye. Em plan û peymanên dijî Şengalê şermezarar dikin û qebûl nakin. Gelê Şengalê ti carî peymanê qebûl nekirine. Divê şanazî bi dilsoziya ewên qezaya Şengalê ji destê terorîstên DAIŞ’ê rizgarkirine bikin û fedekariya ku wan kiriye, ji bîr nekin.”

Rûspiyê eşîra Şemer li ser sedema êrîşên Tirkiyeyê yên dijî Şengalê jî wiha axivî: “Şengal dikeve Rojavayê parêzgeha Nînowayê û her êrîşek li ser Şengalê zirerê dide Nînowa jî. Armanca dewleta Tirk ya ji êrîşan derxistina tevlîhevî û têkdana aramiyê ye.”

Rûspiya eşîra Şemeriyan Gihêt ji hikûmeta Iraqê xwest ku destûr nedin yên Şengalê ne parastine vegerin Şengalê û wiha pêde çû: “Divê yên Şengal neparastine venegerin û serweriya xwe ferz nekin. Me vê qezayê bi çekên asayî di çarçoveya mafê xweparastinê de rizgar kir. Piraniya welatiyên Şengalê ji bo parastinê tevlî nava refên van hêzan (YBŞ-YJŞ) bûne. Piraniya welatiyên Êzidî û xelkê din yê Şengalê di fermanê de gelek êş kişandin, ji ber vê peymanê red dikin.”

Rûspiyê eşîra Şemer ji Iraqiyan xwest ku êşên ku civaka Êzidî dîtine, ji bîr nekin û bizanin, ji ber vekişîna hêzên Iraqê û pêşmergeyên PDK’ê bihezaran şehîd li ser vê axê dan.

Mutheb Şilal Gihêt bê diyar dike ew li beramber bêhelwestiya hikûmeta Iraqê ya li beramber êrîşên li ser Şengalê ya ji aliyê dewleta Tirk ve tê kirin jî matmayî maye û dibêje; “Hikûmeta Iraqê helwest dijî destdirêjÎ û bombebaranên Tirkiyeyê nîşan nade.”

Di dewama axaftina xwede Mutheb Şilal Gihêt balêkişand ser vegera koçberên Şengalê û zêdebûna êrîşên Tirkiyeyê û go: “Di van demên dawiyê de gelek welatiyên Şengalê ji kampan berê xwe dan Şengalê, ji bo jiyaneke aram bijî. Lê dewleta Tirk yekser dest bi êrîşên li ser Şengalê kir û pêşî li vegerê girt. Dewleta Tirk dixwaze tirs çêike û aramiya herêmê têk bibe.”

Mutheb Şilal Gihêt, dazanîn hikûmeta Iraqê heya niha ji bo Şengaliyên vedigerin ser malên xwe ti xizmetek nekiriye û dibêje, erka hikûmeta federale ji bo koçberên vedigere xizmetê bike.

Mutheb Şilal Gihêt dazanîn ew weke pêkhateya Ereb û eşîra Şemer yên li Şengalê êrîş û dagirkeriya Tirkiyeyê  qebûl nakin û şermezar dikin.

Mutheb Şilal Gihêt di dawiya axaftina xwede careke din got: “Em qebûl nakin, yên me rûberûyê fermanê hiştine vegerin Şengalê.”

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button