Barzanî Ji bo em baweriya Tirkiye qezenc bikin, me 3 hezar pêşmerge feda kir.

Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî di hevpeyvîneke xwe ya 2003’an de dibêje, “Ji bo em baweriya Tirkiye qezenc bikin, me di nava 12 salan de 3 hezar pêşmerge feda kir. Lê eger hîn jî hinek kes li Tirkiye me weke dijmin dibîne, ev felaketeke. Me bi xwînê bedel da, ji ber vê divê rayedarên Tirk me biçûk nebînin, rêz li me bigirin! ”.

Hevpeyvîneke Îlnûr Çelîk ya di 5’ê Mijdara 2003’an de li Serê Reş ya Hewlêrê ji bo Hûrriyet Daiyl News’ê bi Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî re çêkiriye de îtîrafên balkêş û metirsîdar yên serokê PDK’ê Mesûd Barzanî heye. Di hevpeyvînê de Barzanî lixwe mikûr tê ku ji bo xwe bi Tirkiye bidin qebûl kirin û baweriya wan qezenc bikin, wan di şerê dijî PKK’ê de  3 hezar pêşmerge feda kirine.

Li gorî hevpeyvînê Barzanî gotiye, li beramber fedakirina 3 hezar pêşmergeyan ew dixwazin, peywendiyên wan ên li gel Tirkiye pir başbin û wiha dibêje; “Piştî ku me di şerê dijî PKK’ê de 3 hezar pêşmerge feda kir, eger hîn jî hinek kes li Tirkiyeyê me weke dijmin dibînin, felaketeke.”

Li gorî hevpeyvîna Çevîk Barzanî gotiye, li dijî PKK’ê wan hevkarî bi Tirkiyeyê re kiriye û gotiye; “Me bi xwînê bedel da, ji ber vê divê rayedarên Tirkiyê bawerî bidin me.”

Her wiha di dewama hevpeyvînê de jî Barzanî gilî û gazindê ji desthilatên berê yên Tirkiyeyê kiriye ku ti carî ji samîmiyeta wan fêm nekirine; “Desthilatên berê yên Tirkiye, samîmiyeta me fêm nekirin, me ji bo armancên xwe yên leşkerî bikaranîn û paşê jî ji çav derxistin.”

Barzanî di hevpeyvînê de diyar dike, tevî fedakirina evqas pêşmergeyan, hîn jî Tirkiye “ji jor de li wan dinêre ango wan biçûk dibîne û dibêje; “ weke em bênirxin li me temaşe dike. Em dixwazin bibin partnerê Tirkiye û di her qadekî de hevkarî bikin.”

Balkêşe ku Barzanî ji bo Kurdên dewletperest û netewperest li dora xwe kom bike, timî îdîa dikir ku ewê ji bo dewlekteke Kurdî têbikoşin, lê di vê rojnameyê de nêrîna xwe ya rast bi Tirkiyeyê re parve kiriye û dibêje; “Kurdên li Bakurê Iraqê dewleteke serbixwe ya Kurdî naxwazin!.” Di sala 2017’an de Barzanî referandûmê lidarxistibû û paşê li pişt refandûmê nesekînî, herî kêm sedî 40’ê axa Başûrê Kurdistanê hatibû dagirkirin û ji Kurdan hatibû standin.

Barzanî di hevpeyvînê de ji Tirkiyeyê re dibêje, ew şîrîkekî wisanin ku di fedekariyê de texsîrê nakin, ji ber vê divê Tirkiye li gorî vê rastiyê nêzê wan bibin, rêz li wan bigire.

ROJNEWS- NAVENDA NÛÇEYAN

Show More
Back to top button