Parlamenterê Iraqê: Wê hefteya bê paşxistina hilbijartinê were ragihandin
Parlamenterê Iraqê Mihemed Xalid diyar kir ku wê hefteya bê Serokkomar, Serokwezîr û Serokê Parlamentoya Iraqê paşxistina hilbijartina pêşwext a Parlamentoya Iraqê ragihînin.
Serokê Koma Beyariq Elxêr a li Parlamentoya Iraqê Mihemed Xalid ji medya Iraqê re diyar kir ku wê hefteya bê Serokkomar, Serokwezîr û Serokê Parlamentoya Iraqê paşxistina hilbijartina pêşwext a Parlamentoya Iraqê ku biryare 10’ê Cotmehê pêk were ragihînin.
Mihemed Xalid eşkere kir ku wê li ser mijarê civînek taybet were kirin û hilbijartina Parlamentoya Iraqê ji bo 31’ê Nîsana sala bê paş bixin.
Mihemed Xalid dazanîn ku ji ber vekişîna Tevgera Sedir a ji hilbijartinê zehmete hilbijartin were kirin.
Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî di civîna 24’ê Tebaxê ya Desteya Wezîran de ragihandibû ku wê hilbijartina pêşwext a Parlamentoya Iraqê di dema xwe de pêk were.
Hêjayî gotinê ye ku heta niha Tevgera Sedir jî di nav de gelek hêzan xwe ji hilbijartina pêşwext a Parlamentoya Iraqê ku wê 10’ê Cotmehê pêk were vekişandine.
ROJNEWS