Fermandar, siyasetmedar û pêşengek Êzidxanê: Seîd Hesen
Fermandarê YBŞ’ê Seîd Hesen ku di êrîşa balafirên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû, li malbatek berxwedêr a dijî dagirker mezin dibe. Kalê wî Mihemeyê Evdû li hemberî Ferîq Paşayê
Osmaniyan xaka Êzidxanê parastiye. Keça wî Bêrîvan Şengalî di refên têkoşîna azadiya Kurdistanê de şehîd bûye. Wî bixwe jî dijî fermanan ji şer heya qada siyaset û dîplomasiyê pêşengeya têkoşîna azadiya Êzidxanê kir.
Civaka Êzidî di dîrokê de bi gelek fermanan re rû bi rû maye ku piraniya wan ji destê Osmaniyan pêk hatine. Loma Êzidî jî hertim di nava berxwedaniyê de bûne û hewl dane nasname û baweriay xwe biparêzin. Di pêvajoyên berxwedanan de malbatên ku navê wan bi tîpên zêrîn hatine nîvîsandin, derketine pêş.
Yek ji malbatên ku pêşengtî ji parastina Êzidiyan re kiriye jî malbata Fermandarê YBŞ’ê Seîd Hesen Seîd ku di 16’ê Tebaxê de di êrîşa balefirên şer ên dewleta Tirk a dagirker de li navenda Şengalê şehîd bû ye.
Fermana 1894’an a Ferîq Paşa
Di sedsala 19’emîn de, sala 1894’an Ferîq Paşayê Osmaniyan fermanê li ser civaka Êzidî radike. Bi fermandariya Bekir Başa Êzdiyan ji tevahiya Çiyayê Şengalê koçber dikin û li gundên Ûsiva û Bekira
ku dikevin Bakûrê Çiyayê Şengalê, nêzî Şerfedîn dorpêç dikin û hewil didin wana qir bikin.
Li hemberî van êrîşan Mihemeyê Evdû ku kalikê Fermandarê YBŞ’ê Şehîd Seîd Hesen e, raserî Geliyê Kersê di bin dara Zivingê de bi eşîrên Êzdiyan re kom dibe û nîqaş dikin ku çawa li hemberî vê êrîşê şer bikin, li ber xwe bidin. Piştî biryara berxwedanê, Mihemeyê Evdû û Êzidiyên pê re rabûne berê xwe didin gundê Ûsiva.
Berxwedana Mihemeyê Evdû ya li dijî Osmaniyan
Li vir Mihemeyê Evdû serê xwe li rêya Tawisê Melek dide (xwe feda dike) û bi tena serê xwe êrîşî dibe
ser baregeh û topxaneya Osmaniyan a li ser girê (Girê Ereba) raserî gund. Jina Êzidî ya leheng Zerîfa Osê jî ji bo vê êrîşê hem hêzê dide Mihemeyê Evdû hem jî bi xwe li gel wî tevlî êrîşê dibe. Di encamê de topxaneyê belav dikin û ev dibe sedem ku artêşa Osmaniyan têk biçe û bi vî rengî rê li ber qirkirina Êzidiyan digirin.
Keça Seîd Hesen, Bêrivan Şengalî berê xwe nav refên gerîla
Çîroka berxwedana dîrokî ya malbata Seîd Hesen, di serdema nûjen de jî berdewam dike. Ji ber dilsoziya bi gerîla re ku di fermanê de civaka Êzidî ji qirkirinê xilas kirin, keça Seîd Hesen, Bêrîvan Şengalî jî bere xwe dide çiyayên azad û ji bo tola keç û jinên Êzdiyan tevlî refên gerîla dibe. Ew hêrsa li hemberî dijminên Êzidiyan her di dilê Bêrîvanê de bû. Wê jî dît ku tekane rêya xwe parastinê, rêxistinbûn û têkoşîna ji bo azadiyê ye. Bêrîvan Şengalî jî bi vê bîr û baweriyê dilsozî têkoşîna xwe meşand û 12’ê Mijdara 2015’an de, li çiyayên Kurdistanê di encama bomberana balafirên dewleta Tirk a dagirker de şehîd ket.
Fermandar, siyasetmedar, dîplomat û pêşengê gel
Fermandar Seîd Hesen ku di nava civakek xwedî çîrokeke berxwedanê ya bi sedan salan de mezin dibe, ji bo parastin û jiyana azad a civaka Êzidî şev û roj di nav kar û têkoşînê de bû. Seîd Hesen ku vê têkoşîna xwe piralî dimeşîne, dema pêwîst bû ji bo berxwedanê dibe fermandarê civaka xwe, dema pêwîst bû di qada dîplomasiyê de dibe zimanê civaka xwe, dema pêwîst bû jî di avakirina pergala xweseriyê de dibe pêşengê civaka xwe. Kesayeteke têr û tijî, berxwedêrek piralî û dilsozê Êzidxanê bû.
Tevgera Azadiyê nas dike
Seîd Hesen di sala 1970’an de li Şengalê ji dayik dibe. Ji malbatek berxwedêr û welatparêz e ku di
dîrokê de herdem li ber xwe daye û pêşengtî ji şerê li hemberî dijiminên Êzidxanê re kiriye. Zarokatiya xwe li Şengala pîroz derbas dike. Piştî mezin dibe wek tevahiya civaka Êzidî, herî zêde bi karê çandiniyê re mijûl dibe.
Piştî hilweşandina rejîma Sedam Hisên ya sala 2003’yan, Tevgera Azadiya Kurdistanê nas dike û hewl dide ku fikrên Apoyî li Şengalê belav bike. Di nava 2 salan de gelek hewl dide ku Êzidiyan birêxistin bike û li gel komek hevalên xwe di 20’ê Nîsana 2004’an de Tevgera Êzidiyan a Demokratîk (TEVDA) ava dikin û di sala 2005’an de dibe Serokê TEVDA’yê.
Navenda TEVDA’yê li Şengalê tê vekirin
Seîd Hesen tevî hevalên xwe bi her awayî hewl didin ku Êzidiyan birêxistin bikin û li ser vî esasî navenda yekemîn a TEVDA’yê li nava Şengalê vedikin. Li ser bang û hişyariyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ên beriya komkujiya Til Izêr û Sîbayê ya 2007’an, gelek hewldan çêdibin ji bo ku rê li ber qirkirina Êzidiyan bigirin. Lê ev hewldan ji ber zextên PDK’ê bê encam dibin û di êrîşa li ser Til Izêr û Sîbayê de zêdetir ji hezar kesî dibin qurbanî.
Komên yekem ên ciwanên Êzidî dişîne Rojava
Piştî teqînên li Til Izêr û Sîba Şêx Xidirê, li ser Êzidiyan metirsî zêde dibin. Beriya DAIŞ Şengalê dagir
bike, ji ber ku xeteriya li ser Êzidiyan di rojevê de bû, komek ciwanên Êzidî ji bo parastina cewherî perwerde dikin. Hîna ku ciwanan perwerdeya xwe bi temamî bi encam nekirine, êrîşa çeteyên DAIŞ’ê li ser Şengalê destpê dike. Seîd Hesen û hevalên wî dikevin nava hewldanan ku hêzên cûda bi hawara Êzidiyan ve biçin. Ji ber ku hêzên PDK’ê û dewleta Iraqê ji Şengalê reviyabûn û civak bê parastin mabû, gel di komkujiyê re derbas dibû.
Di encama hewldanan de Seîd Hesen ji bo ku Êzidiyan ji nav pençeyên çeteyan derxinîn, hawara xwe digihîne gerîlayên Azadiya Kurdistanê. Li ser vî bangî, PKK’ê komekî gerîla ya ji 12 kesan pêk tê dişîne Şengalê. 12 gerîla ji ber berxwedan û parastina xaka Êzidxanê wê piştre wekî 12 siwarên hemdem ên
Derwêşê Evdî bihatana binavkirin.
Pêşengtî ji 12 siwarên hemdem re dike
Li vir Seîd Hesen pêşengtiyê ji 12 siwaran re dike, erdnigariya Şengalê bi wan dide naskirin, tevî hemû malbata xwe li kêleka gerîla bi erka parastina Êzidiyên ku di dorpêça çeteyan de mane radibin. Ji bo Êzidî bibin xwedî hêz, bi pêşengiya Seyîd Hesen di rojên fermanê de ciwanên Êzidî li hev
kom dikin û Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) ava dikin. YBŞ di parastina Êzidiyan û rizgarkirina
herêmê de rolekî sereke dilîze û dibe hêza mayînde ya parastina Êzidiyan. Êzidî bi baweriyeke
pir mezin nêzî YBŞ’ê dibin û di demekî kurt de bi hezaran ciwanên Êzidî cihê xwe di nava refên YBŞ’ê de digrin.
Ji parastinê heya xwerêvebirinê hemû xebatan dimeşîne
Seîd Hesen di hemû milan de fermandariyê ji bo Êzidiyan dike. Li kêleka hêzên leşkerî, ew di avakirin û rêxistinkirina civaka Êzidî de dibe xwedî kedeke mezin. Heya ku Êzidiyan xwe gîhandin asta parastina cewherî û xwe rêvebirinê, Seîd Hesen her di nava civakê de ye. Piştî rizgarkirina herêmê, ji bo ku Rêveberiya Xweser a Şengalê tevî hêzên wê yên parastinê li Iraqê fermî bibe, dest bi karê
diplomasiyê dike. Di encama van hewldanan de YBŞ wek foçek (Foca 80) ser bi Desteya Heşdî Şehbî tê fermîkirin û Seîd Hesen di Iraqê de bi awayek fermî dibe berpirsê Foça 80 a Heşdî Şehbî ya li Şengalê.
Hevdîtina bi Serokwezîr Kazimî re
Bi taybet jî piştî Peymana 9’ê Cotmehê ya di navbera PDK û hikumeta Iraqê de, ku tê gotin tiliya Tirkiyeyê jî di nav de ye û wekî fermaneke nû li hemberî hebûna Êzidiyan tê pênasekirin, Seîd Hesen rojek jî li cihê xwe rûnane. Ji bo betalkirina vê peymanê her di nav liv û tevgerê de ye. Civaka Êzidî bi berxwedan û sekna xwe ya zelal vê peymanê bêhikum kiribû. Ji ber van bertekan û helwesta civaka Êzidî, Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî neçar mabû û berê xwe bide Şengalê. Wekî şahidên bûyerê jî dibêjin, Kazimî wê bi Seîd Hesen re hevdîtin pêk bi aniya. Lewma Seîd Hesen jî diçe navenda Şengalê. Wekî şahid dibêjin, di rastiyê de ew mêvanê Serokwezîr Kazimî bû. Eger ev êrîşa bêbext pêk nehatiba, wê ji bo parastin û mîsogerkirina mafên civaka Êzidî bi Serokwezîr Kazimî re jî biketana nav diyalog û nîqaşê.
Di salvegera komkujiyan de hate armanc kirin
Lê di salvegera fermanê de, di salvegera komkujiya 14’ê Tebaxa 2007’an a Til Izêr û Sîbayê, di salvegera komkujiya Koço ya 15’ê Tebaxa 2014’an, di salvegera şehîdxistina Mamê Ezîdiyan Mam Zekî ya 15’ê Tebaxa 2018’an de Seîd Hesen jî di 16’ê Tebaxê de rastî êrîşeke komploger û bêbext hat. Serokwezîr Kazimî, Seîd Hesen û beşek ji endamên Rêveberiya Xweser dawetî Şengalê kiribûn ku bi wan re hevdîtinê bike. Lê beriya hevdîtinê bi nîv saetê, li Sûka Kevin a Şengalê ku ev der cihê destpêkê yê şerê dijî DAIŞ’ê ye, Seîd Hesen û biraziyê wî şervanê YBŞ’ê Îsa Xwedêda bûn hedefa
balefirên dewleta Tirk a dagîreker û şehîd ketin.
Piştî êrîşê, hêrs û kîna civaka Êzidiyan gelek zêdetir bû peyama “Yek ji me jî bimîne, em dest ji şeref, namûs û kerameta xwe bernadin” dana dost û dijminên xwe.
ROJNEWS-ÎBRAHÎM ÊZDÎN