Şengaliyan li cihê komkujiyê peyam da: Emê xwedî li xweseriyê derkevin 

Di meşa ku dijî êrîşên dagirkerî, komkujiyan û planên dijî Şengalê hat lidarxistin de, peyama “Emê li hemberî plan û komployên li ser Şengalê, wekî dîwarekê bisekinin, bi hemû pêkhateyên xwe re liberxwe bidin, emê xwedî li îrade û xweseriya Şengalê derkevin” hat dayîn. Her wiha bang helwestê li hemû pêkhateyên Iraqê û saziyên navnetewî û mafên mirovan hat kirin.

Meşa ji aliyê Meclîsa Xweseriya Demokratîk (MXDŞ) ve hatiye organîzekirin, li pêşiya Medreseya Sor a li navenda Şengalê destpê kir. Di meşa ku beşdariya zêde ya jinan balê dikişîne de, serok û rêveberên sazî û dezgehên Şengalê, endamên Meclîsa Eşîran, rûsipiyên herêmê û bi sedan kes cîh digirin.

Di meşê pankartên wekî, “Em Iraqî ne, em Êzidî ne, ji bo mafên xwe têdikoşin”, “Bi tola şehîdan wê xweseriya Şengalê mîsoger bibe” û wêneyên şehîdên Şengalê hatin bilindkirin. Her wiha bênavber dirûşmeyên wekî, “Şehîd namirin”, “Bimre xiyanet”, “Bijî berxwedana Şengalê” hatin berzkirin.

Hatibû plankirin ku meş li ber Saziya Emil Wetenî bidawî bibe, lê girseya gel li vir nesekinî û heta Sukava Kevin Şengalê ku balafira dewleta Tirk dagir li wir wesayîta Fermandarê YBŞ’ê Seîd Hesen bobebaran kiribû û ew şehîd xistibû, meşiya.

Piştî meşê li cihê ku Fermandar Seîd Hesen lê şehîd bibûn daxuyanî hat xwendin.
Daxuyaniya ku ji aliyê Cigîrê Hevserokên Desteya Rêveber a Şengalê Azad Hisên ve hat xwendin, wiha ye:

“Bi navê Rêveberiya Xweser a Şengalê, hemû pêkhateyên wê, sazî û dezgehên wê û gelê wê em êrîş û komployên dewleta Tirk û hevalbendê wê bi tundî şermezar dikin.

Di demeke ku Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li herêma Şengalê bû de, balafirên dewleta Tirk a dagirker 16’yê Tebaxê navenda Şengalê bombebaran kir û yek ji pêşengên civaka Êzidiyan, fermandarê YBŞ’ê û parasvanê wî ku di rizgarkirina Şengalê ji çeteyên DAIŞ’ê de rolek sere lîstine, şehîd bûn.

Tirkiye bi vê yekê re jî sînordar nema û balafirên wan ên şer di 17’yê Tebaxê de gundekî li bakûr rojhilatê çiyayê Şengalê bombebaran kirin. Di vê bomberanê de 8 kesên ku di nava wan de endamên tenduristiyê jî hene şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.

Ev êrîş binpêkirina serweriya xaka Iraqê, mafên mirovan, peymanên navnetewî, pîvanên mirovî ye.
Tê zanîn ku pêkanîn çeteyên DAIŞ’ê li Şengalê kiribûn, bi destê dewleta Tirk û Serokomarê wê Erdogan pêk hatine. Armanca van êrîşan tunekirina nasnameya civaka Êzidî ku xwedî dîrokek kevnare ye.

Emê li hemberî van plan û komployên li ser Şengalê tên meşandin, wekî dîwarekê bisekinin. Emê bi hemû pêkhateyên xwe yên Êzidî, Şîa, Ereb re, liberxwe bidin, emê xwedî li îrade û xweseriya Şengalê derkevin.

Em dixwazin ji Hikûmeta Iraqê bipirsin ka çima bêdeng e. Hikûmeta Iraqê berpirsyara parastina ax û civaka Iraqê ye. Pêwîste hikûmet erka xwe bicîh bîne û bi hemû şêwazan bersiva dewleta Tirk bide. Her wiha divê li ser van êrîşan îzahekê ji civaka Êzidî re bike.

Em bang li hemû pêkhate, ol û baweriyên Iraqê bang li hemû derdorên xwedî wijdan û şeref dikin ku dijî plana Osmaniyan a dewleta Tirk helwest nîşan bidin.

Her wiha em bang li raya giştî ya navnetewî, Neteweyên Yekbûyî, saziyên mafên mirovan û saziyên baweriyan dikin ku mudaxeleyî rewşê bikin û helwest nîşan bidin.

Em careke din ji hemû civak û pêkhateyên ku rastî zulmê hatine re dibêjin ku emê bîr û baweriyên şehîdên xwe ku ji bo xaka xwe canê xwe feda kirine, bicîh bînin, soza xwe dubare dikin.”

Piştî daxuyaniyê çalakî bi dirûşmeya “Şehîd namirin” bidawî bû.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button