KJK: Divê statûya Şengal û Rojava were naskirin

KJK: Statûya xweser a Rojava û Şengalê divê ji hêla hemû hêzên navnetewî ve were naskirin. Kurd li her deverê li dijî dewleta TC’ê ya faşîst li ber xwe bidin. Dîktator Erdogan di dema xwe ya herî qesl de ye. Hemû derewên dî derketine holê, maskeya wî ketiye.

KJK’ê têkilî êrîşên Tirk ên li ser Şengalê û Rojava daxuyanî da. Koordînasyona KJK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, “Rejîma faşîst a AKP-MHP’ê bi êrişên 16-17’ê Tebaxê ya li ser Şengalê û piştre jî 19’ê Tebaxê li Rojava li ser biryargeha leşkerî ya Til Temirê ve şervanên azadiyê û ewladên pêşeng û birûmet yên gelê me yê Êzidî Hemîd Sadun (Qîran Sîba), Xidir Şeref (Pîr Xidir), Ramî El Salim (Ronî), Meytem Xidir Xelef (Serhed Zemar), Sosin Bîrhat (Sosin Mihemed), Egîd Girkêlegê (Peyvan Remedan), Rûbar Hesekê (Elî El Xerze) û Seyfûllah Ehmed li gel xebatkarên tendirustiyê Elî Reşo Xidir, Sedo Îlyas Reşo, Hecî Xidir û Muhlîse Sîdar şehîd kirin.”

Di daxuyaniyê de berdewamî hat gotin, “Em ji gelê me yê Êzidî ku ji dîrokê heya roja me ya îro bi qirkirin û qetlîamên hêzên desthilat ve rû bi rû mane û gelê me yê Rojava, ji malbatên wan re sersaxî dixwazin. Her wiha hêviya başbûna lezgîn ji heval û şervanên ku li Şengalê birîndar bûnî re dixwazin.

Komkujiyên li ser Şengalê dewama qirkirinê ya li ser Êzidyan e. Dixwazin ku tim tirsa fermanê li ser gelê me yê Êzîdî hebe. Hikûmeta AKP-MHP ya TC’ê ya faşîst qirkirina ku bi maşikê xwe DAÎŞ’ê nekarîn bikin niha ew bixwe dixwazin bikin û temam bikin. Fermana li ser Êzîdiyan nûjen dikin, di şexsê Êzîdiyan de li dijî hemû Kurdan êrîşên nîjatperest, milliyetgir û hovane tînin. Ev êrîşên li ser gelê me yê Êzîdî, peymanên kirêt û bêexlaq, êrîşên li ser Rojava, her wiha bi rengekî nûjenkirî komploya navnetweî ya li ser Rêber Apo ye. Li hemû parçeyên Kurdistanê rejîma darbekar a faşîst a AKP-MHP’ê li dijî Kurdan û gelan şerê qirkirinê dike, dixwaze polîtîkayên Osmanî pêk bîne. Ji ber vê komkujî û êrîşên li ser Şengalê, Roava, her wiha parçeyek ji plana komkujiya li ser Iraqê û gelên Başûrê Kurdistanê ye, parçeyek ji plana dagirkirina başûr e.

Balkêş e ku dema ku Serokwezîrê Iraqê wê serdana Şengalê bikira li Şengalê Fermandarê YBŞ’ê heval Seîd kirine hedef û piştî komkujiyê Kazimî ti daxuyanî neda. Di rewşeke wiha de ku êşa gelê Êzîdî hebû, daxuyaniyên Kazimî ku gotibû ew ê peymana 9’ê Cotmehê bi cih bînin, nîşan dide ku teslîmî şerê qirkirinê yên TC’ê bûne, bûne hevkr. Tê zanîn ku armanca vê peymanê ew e ku TC, Iraq û PDK xwerêveberî û xweparastina Êzîdiyan tine bikin. Bêparastin, bêxwerêveberî hiştina Êzîdiyan tê maneya qirkirina wan. Hêzên noker-xaayin çawa ku dema fermana Şengalê Êzîdî neparastin û rê li komkujiyê vekirin niha jî bi hêzên dagirker re hevkariyê dikin. Li şûna ku li dijî êrîşên dewleta TC’ê bibin xwedî helwest, xizmetê ji wan hêzan re dikin ku dixwazin destkefiyên gelê Şengalê ku bi berdelên giran hatin bi dest xistin. Gelê Şengalê û jinên Kurd wê vê ji bîr nekin.

Şoreşa Rojava hêviya mirovahiyê ye. Êrîşên dewleta TC’ê ne tenê qirkirina gelê Kurd e. Her wiha bi desteka DYE, Rûsyayê tê xwestin ku vîna şoreşa Rojava were şikandin. Tê xwestin Şoreşa Rojava ku hêviya mirovahiyê ye were qedandin.

Heke mirov bala xwe bide ser DYE, Rûsya û welatên YE’yê ku îro xwe kar dikin rêxistina herî paşverû ya cîhanê li Efganîstanê Talîbanê nas bikin, daxwazên  şervanên azaiyê yên li Rojava û Şengalê nabîne. Şengal û Rojava ku xeta jina azad bi radîkal diparêze, dike hedef. Statûya rêveberiya xweser qebûl nakin. DYE’yê li Efganîstanê propanganda li ser azadkirina jinan kiribû. DYE’yê azadî ji gelê Efgan re nenaî bi ser de nehişt ku xeta azadiya radîkal a alternatîf geş bibe. Dawiyê gel û jinên Efganî radestî Talîban kir ku hêza herî paşverû û dijminê jinan e. POlîtîkaya DYE’yê ya li Efganîsta, Iraq û Sûriyê fiyasko ye. Bi DAÎŞ’ê re çawa ku Rojhilata Navîn hatibe serûbinkirin niha jî bi Talîban di serî de parzemîna Asyan, Îranê wê bikin hedef û serûbin bikin. Ji bo berjewendiyavan hêzan wê gelan, jinan bixin nav şer, koçberî û hilweşandinê. Cografyaya Asyaya Naverastê û Başûr, gelên vir û jinan wê bikin qurbanên têkoşîna di navbeyna DYE’yê û Çînê de. Ev hemû siyaset nîşaneya herî berbiçav a welatên wekî DYE, Rûsya û YE’yê ye.

TC bi êrîşên li ser Şengalê û Rojava li ber çavê Cîhanê sûcê qirkirin û mirovahiyê dike. Dewleta TC’ê DAÎŞ’a fermî ye. Bêdengiya sazî û dewletên navnetewî tê maneya ku vê komkujiyê dipejirînin, teşwîq dikin. Dewletên Ewropî ku dibêjin ew qirkirina Êzîdiyan nas dikin jî li bara faşîzma TC’ê bi bêhelwestaiya xwe polîtîkayên xwe yên dirû careke dî nîşan didin.

Dîroka nêz jî nîşan daye ên ku ne xwedî pergal û heza xweparastinê bin nikarin azad bibin. Ji ber vê Êzîdî û gelê me yê Rojava ji bo ku xwe biparêzin divê xwerêveberî û xweparastina xwe biparêzin û xurt bikin. Em jin û gel divê xweparastin, hêza xwe, mekanîzmaya xwerêveberiyê geş bikin.

Statûya xweser a Rojava û Şengalê divê ji hêla hemû hêzên navnetewî ve were naskirin. Kurd li her deverê li dijî dewleta TC’ê ya faşîst li ber xwe bidin. Dîktator Erdogan di dema xwe ya herî qesl de ye. Hemû derewên dî derketine holê, maskeya wî ketiye. Ti meşrûîyeta wî nemaye. Tirkiye keteiye destê çete, mafya, bazirganên çek û madeyên hişbirê. Dewlet weke ku di şewatên dawî yên daristanan û bobeletên lehiyê de hatî dîtin ti tevdîrekê nastîne. Ji ber ku hemû hewldana Erdogan û Bahçelî ew e ku xwe û derdora xwe zengîn bikin.

Bi vê çarçoweyê li Tirkiyê û Rojhilata Navîn, li Cîhane hêzên demokrasî û azadiyê dive bibin yek û vê desthilata faşîst hilweşînin. Jin weke pêşengên hêzên demokrasî û azadiyê ji her demê zêdetir divê têkoşînê geş bikin.

Bi vê bingehê li dijî TC’ê û nokerên wê ku li ser Şengalê şerê qirkirinê dikin, di serî de Kurd û jin, em bang liş hmeû jina û gelan dikin ku dilxwazên azadaiyê ne, bang li hêzên demokratîk ên civakê dikin ku li her deverê têkoşînê geş bikin, xwedî li Şengalê û Rojavayê û tevahiya Kurdsistanê derkevin.  Li dijî hebûna dewleta Tirk a faşîst a li başûr divê gelê me yê başûr helwestê nîşan bide û qebûl neke. Dewleta Tirk dixwaze dagirkeriya li Kurdistanê geş bike û sazûmanî bike. Em jin pêşengiyê li têkoşîna azadiyê û demokrasiyê bikin. Bi berxwedana gelê me, jinan, hêzên demokrasî û azadiyê bi teqezî em ê bi ser bievin. Em ê li Kurdistana azad bi azadî bijîn. Em bang li her kesî dikin ku têkoşîn û berxwedanê geş bikin û faşîzmê hilweşînin.

ROJNEWS-NAVENDA NÛÇEYAN

Show More
Back to top button