Tendûristiya endama RJAK’ê ya di destê PDK’ê de têkçûye

Tendûristiya endameke RJAK’ê ya ji aliyê asayîşa PDK’ê ya Hewlêrê ve hatiye girtin, têkçûye û hate gotin, timî vedireşe. Rêveberiya RJAK’ê ji bo endamên xwe banga lezgîn li hemû rêxistinên jin û mafê mirovan kir.

5’ê Tebaxê 3 endam û rêveberên RJAK’ê dema ji merasîma salvegera bîranîna şehîdên fermana 74’an a Şengalê vedigeriyan, li asayîşa Kelek a Hewlêrê ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatin binçavkirin.

Ji dema ku hatine binçavkirin heya niha agahî ji endama meclîsa RJAK’ê Xewla Mihemed Hesen, Ciwana Ebdulbaqî, Seyran Ehmed Hesen ne dihate girtin. Li gorî agahiyên ku me ji Rêveberiya RJAK’ê girtiye, bi rêya hinek kesan agahî gihîştiye wan ku tendûristiya endameke wan di girtîgehê de têkçûye, rewşa wê ya tendûristiyê nebaşe û timî vedireşe.

Rêveberiya RJAK’ê bang li rêxistinên jin ên Başûrê Kurdistanê û navnetewî, rêxistinên mafê mirovan ên navnetewî û saziyên eleqeder kir ku ji bo serbest berdana endamên wan bikevin tevgerê.

ROJNEWS-SILÊMANÎ

Show More
Back to top button