Seîd Hesen û Îsa Xwedêda bi merasîmekê hatin bibîranîn 

Serdanên sersaxiyê ku ev 3 rojin ji bo bîranîna fermandarê YBŞ’ê Seîd Hesen û şervanê YBŞ’ê Îsa Xwedêda yên di êrîşa balafirên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bibûn dihatin qebûlkirin, bi merasîmekê bidawî bûn.

Fermandarê YBŞ Seîd Hesen û Şervanê YBŞ’ê Îsa Xwedêda 16’ê Tebaxê li Sûka Kevin a navenda Şengalê di encama êrîşa balafirên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bibûn.

Ji bo herdu şehîdan li pêşiya mala malbata wan a li gundê Kizilkent ê Şengalê konê sersaxiyê hatibû vedan. Bi vegirtina konê sersaxiyê re ji Şengal, Bexda, Mûsil û gelek deverên din bi sedan kesan serdana malbatan kirin û sersaxî xwestin.

Qebûlkirina serdanên sersaxiyê îro di roja sêyemîn de bi merasimek bi heybet bidawî bû.

Merasîm bi beşdariya sedan kesî bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Piştre ji aliyê malbatên şehîdan ve ji bo herdu şehîdan mûm hatin pêxistin û axaftin hatin kirin. Destpêkê li sernavê malbata herdu şehîdan Neam Eliyas axivî û got : “Em sipasiya her kesî ku îro xwe kiriye hevparê nexweşiyên me û li vir hazir bûne dikin. Heval Seîd qet dest ji doza Êzidiyan berneda û ji roja fermanê heya roja dawî li berxwe da, pêşengî ji ciwanên Êzidî re kir. Em wek civaka  Êzidî pêwîste yekîtiya xwe xurt bikin û rê nedin xayînan, em bi yekîtiyê dikarin rê liber êrîşan bigirin. Îro heval Seîd çû, lê baş bizanin eger hûn rêxsitna xwe xurt nekin, wê yek bi yek ev li pey me hemiyan bên.”

Yek ji fermandarên YBŞ’ê Qortay Şengalî jî di merasîmê de axivî û ev tişt anîn ziman: “Heval Seîd û Îsa bêyî teredut heya dawî xizmeta vê olê kirin û bêyî ku bi berjewndiyên xwe yê şexsî bifikirin, bi şev û roj di nava tekoşînê de bûn.

Me wek hêza Êzidxanê, fedaiyên Tawisê Melek gelek şehîd dane, lê em ji vê yekê nepoşmanin, ji ber ku hemî hevalên me li ber parastina ax, şeref û kirameta xwe canê xwe dane. Em di rêya berxanê de ku rêyekî raste dimeşin.  Ew jî parastina vê olê ye, dibe ku hêzên dewleta ji ya me mezintir be, lê  îradeya me ji her tiştî mezintire. Em Êzidî ne, zarokên Tawisî Melek in.  Bi hezarên salaya em li ser vê axê jiyane û di vê çiyayî de em jiyan dikin.  Em wek YBŞ û YJŞ’ê soz didin ku emê teqez tola şehidan hilînin û xwîna wan li erdê nehêlin.”

Şêwirmendê Heşdî Şehbî  Mirad  Kalo jî  di merasîmê de soza tolhildana Şehîdan da û got ewê li himberî van êrîşan bêdeng nemînin.

Di merasîmê de her wiha peyamên Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê, TEVDEM û TAJÊ jî hatine xwendin û sersaxî jitevhiya gelê  Êzidî hat xwestin.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button