Ji Navenda Ragihandina YBŞ’ê daxuyaniya têkildarî êrîşa Sikêniyê

Navenda Ragihandina YBŞ’ê destnîşan kir ku Nexweşxaneya Sikêniyê ya bûye hedefa bombebaranên dewleta Tirk a dagirker, ji bo pêdeviyên tendirustiyê ya hêzên parastinê û gelên Êzidî û Ereb hatibû vekirin. Navendê diyar kir ku di êrîşê de şehîd û birîndar hene û dê Fermandariya YBŞ’ê têkildarî mijarê daxuyaniyê bide.

Navenda Ragihandina Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) derbarê êrîşên balafirên şer ên dewleta tirk a dagirker ku îro li ser Nexweşxaneya Gundê Sikêniyê ya Şengalê pêk hatin de, daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: “Îro piştî nîvro saet di 14.00’an de bi kordîneye balafirên bê mirov ên keşfê re balafirên şer Nexweşxaneya Sikêniyê ya girêdayî Şingalê bombebaran kirin. Ev nexweşxane di bin parastina YBŞ’ê  de ji bo pêdeviyên tendirustiyê ya hêzên me yên parastinê, gelên me yên Êzidî û Ereb hatibû vekirin. Lê îro bû hedefa dewleta Tirkiyeyê. Ev nexweşxane bi temamî di bin xizmeta Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) û gelê herêma Şingalê de bû. Dewleta faşîst a qirker û dagirker piştî êrîşa 16’ê Tebaxê, îro jî êrîşî Şingalê kir. Di vê êrîşê de şehîd û birîndar hene. Heta neha şehîd û birîndarên ku di bin xirbeyan de mane, nehatine derxistin. Derbarê mijarê de wê Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şingalê ( YBŞ) bi berfirehî daxuyaniyekê bide.”

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button