Rêveberiya Xweser a Şengalê: Civaka Êzidî wê tola xwe hilîne

Rêveberiya Xweser a Şengalê diyar kir dixwazin bi êrîşa li ser pêşengên Êzidî, civaka Êzidî bê parêzvan bihêlin û hate gotin: “Emê xeyalên Mam Zekî û fermandarê YBŞ’ê Seîd Hesen pêkbînin. Êdî civaka Êzidî hatiye wê astê ku tola xwe hilîne û hesabekî dîrokÎ ji dijminên Êzidiyan bixwazin.”

Rêveberiya Xweser a Şengalê, têkildarî êrîşa duh a dewleta Tirk a li ser fermandarê YBŞ’ê Seîd Hesen û şervanê YBŞ’ê Îsa Xwedêda de daxuyaniyeke niviskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin, wê civaka Êzidî tola şehîdên xwe hilîne.

Naveroka daxuyaniya Rêveberiya Xweser a Şengalê wiha ye;

“Heyva tebaxê ji bo Êzidiyan heyveke bi êş, jan û xemginiyê ve dagirtî ye. Di vê heyvê wek Êzidiyan pir êş û komkujî li me çêbune û her tim dijminên me xwestine vê heyvê ji bo Êzidiyan bikin heyva şîn û girîyê. Wek mînak komkujiya Til-Izêr, Sîba Şêx Xidir û Girzerik a 14 Tebaxa 2007’an ku çend roj berê me qurbaniyên vê komkujiyê bibîr anî. Êrîşên DAIŞ’ê hov a li ser Şengalê jî 3’ê Tebaxa 2014’an destpêkir ku dixwestin Êzdiyatiyê ji kokê ve rakin, çand, ol û baweriya Êzidiyan ji holê rakin, ji aliyê fîzîkî ve tu Êzidî li ser rûyê cîhanê nehêlin, axa me bi temamî dagir bikin û demografyaya Şengalê jî biguherînin.

Di 15’ê Tebaxa 2014’an de li Koço, li ber çavê hemû cîhanê komkujiyeke mezin pêk hat. Dinya alem wekî ku fîlmekî temaşe bikin kuştin, talan û destdirêjiya li ser me temaşe kirin. Di sala 2018’an de, di roja komkujiya Koço de, Mamê Êzidiyan, Stûna Êzidîdxanê Mam Zekî dema ku ji şîna Koço ya birîndar vedigeriya bû armanca êrîşa dewleta Tirk a faşîst. Di encama vê êrîşê de Mamê Zeki û Hevalê Mahîr ku du Êzidiyên bi hawara Şengalê ve hatibûn, şehîd ketin.

‘Dixwazîn Êzîdxanê bê pêşeng bihêlin’

Wekî tê zanîn, ji ber van êrîş û fermanan, di rojên meha Tebaxê de ji her çar aliyê dinyayê ji me re peyamên sersaxiyê tên. Lê dijminê dîn û ola me, dijminê çand, ax û baweriya me, her roj li pey kuştina Êzidiyan e. Li pey qetilkirina pêşeng, parêzvan û fermandarên me ye. Dixwazin bi van êrîşan civaka Êzidî û Êzîdxanê bê ser, bê pêşeng, bê parêzvan, bê sitûn bihêlin. Em baş di ferqa armanca van êrîşan de ne.

‘Di rojên teng de Şengalê parastin’

Duh jî, roja 16’ê Tebaxa 2021’an, dijminê Êzdiyatiyê dewleta Tirk a dagirker car din êrîşeke bêbext li ser me anî.  Rêheval û fermandarê me Seîd Hesen û şervanê YBŞ’ê Îsa Xwedêda di encama vê êrîşa hovane û bêbext de şehîd ketin. Ev her du hevalên pêşeng, di rojên teng de berevanî ji bo Şengalê kirine. Em hemû dizanin dewleta Tirk a dagirker ji çar aliyên cîhanê çete kom kirin û bi ser Kobanê û Şengalê de şandin. Wê demê fermandar û pêşengê me heval Seîd tevî malbata xwe, ku yek ji wan jî hevalê Îsa bû, çek rakirin û parastina Şengalê kirin, ji bo Êzdiyatiyê şer kirin. Dema xayinan pişta xwe dan Şengalê û xwestin Şengalê radestî DAIŞ’ê bikin wê demê hevalê Seîd rabû û got ‘Em xwedanê miletê xwe ne, emê parastina xwe bikin. Em şervan in, em fermandar in. Em Şengalê nadin tu kesî, em parezvanên xwe ne, em şerkerên xwe ne.’

‘Dewleta Tirk êrîşî tifaqa Êzidiyan dike’’

Dewleta Tirk a dagirker, dema bibîne Êzidiyek dibe şervan an jî fermandarê Êzîdxanê, dibe bingeha tifaqa Êzidiyan û Êzidî li dora wî kom dibin, vî tiştî hezim nake û rasterast êrîşê wan dike. Piştî fermana 2014’an heya niha êrîşên ku ji aliyê dewleta Tirk ve li ser Ş.Zerdeşt, Ş. Êzdîn, Ş.Cîlo, Pîr Hemîd, Ş.Genco, Mam Zekî, Ş. Mahir û herî dawî jî Ş. Seîd û Ş. Îsa pêk hatin, hemû jî xwedî yek armancî ye. Ev êrîş dubarekirina fermanê ne û armanc ew e ku Êzidî bê serî bihêlin, bê parastin û bê xwedan bihêlin.

Piştî sala 2003’an û heya fermana 2014’an Şengal di bin desthilatdariya PDK’ê de bû.  Di dema desthilatdariya PDK’ê de jî gerek caran astengî ji hevalê Seîd re hatine çêkirin ku kar û xebatên ji bo Êzîdxana azad nemeşîne. Gelek caran hewldanên girtina wî hatine kirin. Dixwestin rê li ber hevalê Seîd bigirin ku xizmeta Êzidiyan neke. Lê bi israra xwe, bi kesayeta xwe ya berxwedêr, bi dilekî mezin YBŞ bi ked û baweriya kesên wek hevalê Seîd hate avakirin. Her wiha cihekî taybet a hevalê Seîd di Meclîsa Gel a Şengalê de jî hebû. Di nav civaka Êzidî temamî de cihê hevalê Seîd taybet û cûda bû.

‘Êrîş di roja serdan Kazimî de pêk hat’

Balkêş e ku êrîş di roja serdana Serokwezîrê Iraqê Mustefa Kazimî ya Şengalê pêk hat. Ji salên 80’î yî û pê ve , cara yekem e ku serokkomar an jî serokwezîrek Iraqê serdana Şengalê bike. Hêvî û bendewarî ew bû ku Serokwezîr Kazimî di serdana Şengalê de bi sazî û dezgehên ku îradeya civaka Êzidî temsîl dikin re jî hevdîtinê bike. Tam di vê rojê de pêkhatina vê êrîşê, hedef û armancên mezin a dijmin û dagirkeran jî radixe ber çavan.

‘Êzidî wê êdî tola xwe hilînin’

Di dawiyê de, em wekî Rêveberiya Xweser a Şengalê, soza mezinkirina têkoşîna şehîdên nemir Ş. Seîd Hesen û Îsa Xwedêda didin. Emê kesayeta pêşengê civaka Êzidî hevalê Seîd di jiyan û têkoşîna xwe de her zindî bihêlin. Emê bi dehan Seîd, Îsa, Zekî, Mahîr, Gênco, Zerdeşt, Hemîd, Êzdîn û Cîlo derxînin. Emê xeyalên Mam Zekî û hevalê Seîd pêk bînin û tifaqa Êzidiyan ava bikin. Û bila herkes zanibe, em êdî wekî demên berê tola şehîdên xwe li erdê nahêlin. Civaka Êzidî hatiye wê astê ku ji dijmin û kujerên xwe hesabê dîrokî bipirsin. Em vê sozê didin hemû gelê xwe.“

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button