Ji bo fermandar û şervanê YBŞ’ê konê sersaxiyê hat vedan

Ji bo yek ji fermandarên YBŞ’ê Seîd Hesen û biraziyê wî Îsa Xwedêda ku ew jî şervanê YBŞ’ê ye û di êrîşa balafirên dewleta Tirk a dagirker a 16’yê Tebaxê li Şengalê pêk hat de  şehîd bûn, konê sersaxiyê hat vedan.

Konê sersaxiyê li pêşiya mala Şehîd Seîd Hesen a li gundê Kizilkent ê Şengalê hat vedan. Bi vegirtina konê sersaxiyê re, ji gelek gund û komelgeyên Şengalê welatiyan berê xwe da Kizilkent û sersaxî ji malbatan re xwestin.

Konê sersaxiyê wê sibe jî vekirî bimîne. Qebûlkirinên sersaxiyê wê sibe bi merasîmek mezin, bidawî bibin.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button