Welatiyên Şengalê îdîayên PDK’ê derewandin 

Gel û endamên sazî û rêxsitinên civaka Êzidî îdîayên PDK’ê ku Şengal ne ewleye, derewandin û dan diyarkirin ku zarokên wan parastina Şengalê dikin û şengal bi ewleye. Her wiha banga vegera ser axa Şengalê li welatiyên Êzidî kirin.

Di 7’emîn salvegera fermana 3’ê Tebaxa 2014’an de careka din PDK’ê  bi rêya medya xwe û hin kesên girêdayî wê êrîşî Şengalê kirin û  hebûna Êzdiyan li Şengalê ne rewa nîşan dan. Li ser  van gotegotên PDK’ê gel, endamên sazî û rêxistinên civaka Êzidî bersiva PDK’ê dan û dan diyarkirin ku rewşa Şengalê bi ewleye û zarokên wan parastina Şengalê dikin. Her wiha Şengaliyan anîn ziman ku PDK’ê hebûna Êzdiyan li ser axa Şengalê ne rewa dibîne, loma dixwaze ku bi pilanên xwe Şengalê ji Êzdiyan vala bike.

Hevserokê Meclisa gel a Guhbel Emer Parso bibîrxist ku li sala 2014’an 12 hezar pêşmergeyan Şengal ne parast, şerme carekî din behsa Şengalê bikin û wiha domand: “Hikûmeta Îraqê û ya Başûrê Kurdistanê bi erk û berpirsiyartiya xwe ranebûn û civaka me ne parastin, bi DAIŞ’ê xwestin ku Êzdiyan tine bikin lê ew jî pêk nehat. Nihe careka din dixwazin bi peymana 9’ê Cotmehê Êzdiyan tine bikin, lê bila baş bizanin ku em ne wek beriya fermanê ne û emê tu pilan û peymana li ser xwe qebûl nekin. Di navbera PDK’ê û dewleta Tirk û Îraqê de peyman heye û dibêjin ku Şengal ne ewleya. Bi vê yekê dixwazin Êzdiyan ji Şengalê xilas bikin. Nehe li Şengalê Asayîş,YBŞ û YJŞ’e heye ew me diparêzin bi saya van hêzan zarok û dayîkên me rehet radizin û  dibin ewlekariyek herî baş de dijîn. Rêveberiya xweser Şengalê birêve dibe û bi sazî û dezgehên xweve xizmeta gel dike. Êzidî di her milî de xwe birêve dibin loma pêwîstiya me bi tu peymana nîne. Eger kesek bixwaze li ser Şengalê peyman çêbkie bila keremke bi rêvberiya xweser re rûne, ne biçe bi dewleta Tirk re tîfaqiya çêke, her peymanek ne di berjewendiya Êzdiyan û Şengalê de be em ê tu carî qebûl nekin.”Welatiyê binavê Siwarî Xidir jî da diyarkirin  ku ev bû salek ew vegeriyaye Şengalê di bin ewlekariyek herî baş de dijî û got : “Beriya fermanê hêzên li Şengalê ne ji me bûn û  nikarîn  me bi parêzin loma em di qirkirinê re derbas bûn. Ji dema em vegeriyane Şengalê zarokên me parastina me dikin û tu pirsgirêkek ewlekarî nîne. PDK’ê bi rêya ragihandina xwe dixwaze şengalê ji Êzidiyan vala bike. Em bang li gelê xwe dikin nekevin bin bandora wan û vegerin ser malên xwe. Ji bo gel  beriya hilbijartina venegerin Şengalê çi ji destê wan bê ewê bikin.”Jina binavê Zozan Şengalî jî li ser heman mijarê wiha axivî: “Em tenê salekê li Başûr man û em vegeriyan ser axa xwe, me li vir li ber xweda em wek dayîkên Êzidî heya dawî em ê piştgiriya zarokên xwe bikin û em ê rê nedin kesekî din bê û bêje em ê we bi parêzin.YBŞ û Asayîşa me parastina me dike. Pêwîstiya me bi tu kesî nîne û gotinên ku dibêjin Şengal ne arame, ne rastin. Tenê dixwazin rê liber vegera gel bigrin.”Di dewamê de Zozan Şengalî bang li gelê Êzidî yên li koçberiyê kir û got: “Çawa dema  DAIŞ’ê êrîşî ser Şengalê kir em hemû bi hevre reviyan gerek îro em wisa vegerin Şengalê jî ,her kesekî bixwaze li Şengal jiyan bike dikare were. Ji ber Şengal bi ewlehey. Pêwîste gelê me li ser axa xwe vegere û  ji koçberiyê xilas bibe.”

Gere Êzidî bi hevre destek bidin Şengalê, heya Êzidî  venegerin ser axa xwe  û ji derve jiyan dikin xeterî li ser wan heya. Xeterî ne li Şengalê ye belku li ser wan heye ku jidervey Şengalê jiyan dikine.”

ROJNEWS-IBRAHÎM ÊZIDÎ

Show More
Back to top button