Çalakiyên greva birçîbûnê di roja 55’emîn de ne

Li milekê çalakiya greva birçîbûnê bi biryardariyek mezin didome. Di milê din de jî bertekên li hemberî tecrîtê her diçe zêdetir dibe. Jinên Şengalê jî dibêjin; “Fikrên Abdullah Ocalan li ku be li vir têkoşîna azadiyê tê dayîn. Divê baş bê zanîn ku em tu carî dev jî fikr û ramanê wî bernadin û em ê ji bo azadiya Ocalan têbikoşin"

Greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelên Bindest Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên girtiyan di 27’ê Mijdarê de ji aliyê girtiyên siyasî ve hatibû destpêkirin ket roja xwe ya 55’emîn. Çalakiya ku bêdem û dorveger hatibû destpêkirin bi koma 11’emîn didome.

Herî dawî Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Serpîl Kemalbay jî bal kişandîbû ser tecrîta giran û wiha gotîbu; “Divê em û kesên li derve ji bo girtiyan têkoşîna xwe mezin bikin. Ne tenê HDP divê hemû derdorên ku demokrasiyê diparêzin xwedî li têkoşîna girtiyan derkevin.”

Li hemberî tecrîtê jinên Şengalê jî xwedî bertekin û dibêjin ew tû demî vê tecrîtê qebûl nakin.

Jinên Şengalê ji jinnews re axivîn û gotin: “Fikrên Abdullah Ocalan li ku be li vir têkoşîna azadiyê tê dayîn. Divê baş bê zanîn ku em tu carî dev jî fikr û ramanê wî bernadin û em ê ji bo azadiya Ocalan têbikoşin.”

Hevseroka Meclîsa Gundê Dîgurê Edûl Şemo ji ajansê re wiha axivî; “Di serî de em silavên xwe ji Îmraliyê re dişînin. Em tevahî dewletên desthilatdar ên ku para wan di tecrîdê de heyî şermezar dikin. Ji xwe re dibêjin em mafê mirovan diparêzin. Li hemberî kesî ku mafên mirovan, demokrasî û azadiyê diparêze tecrîdek heye û xwe bêdeng dikin ev dewlet. Rêber Apo ji bo tevahiya gelan, ji bo çand, ziman, baweriyan têkoşînek daye meşandin. Divê dijmin baş bizane ku em ê her tim bi fikr û ramanê wî tevbigerin. Her wiha fikrên Rêber Apo li ku me li vir têkoşîna azadiyê heye.”

Endema Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Wetha Hisên jî wiha nêrînê xwe anîye ser ziman: “Em tecrîda li ser Rêber Apo şermezar dikin. Rêber Apo bi fikrê xwe tevahî civakên bindest şiyar kir û bi saya wî îro tevahî civak doza mafê xwe dikin. Em weke civaka êzidî bi fermanê re rûbirû man. Rêber Apo çawa bi hewara Gelê Kurd hat bi heman şêweyî bi hewara me jî hat. Ji bo wê em jî wê heya dawî ji bo azadiya wî ya fizikî têbikoşin. Her wiha li dijî tecrîda li hemberî Rêber Apo, li Tirkiye, Rojava û Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) çalakî tên lidarxistin, em berxwedana wan silav dikin û serkeftinê ji wan re dixwazin.”

Cîwana bi navê Suad Silêman jî bi van gotinan bangawazî li tevahî Gelê Kurd kir: “Em jî tecrîda li ser rêberê xwe şermezar dikin. Ez wekê ciwanek dê ji bo rêberê xwe her tim di nava têkoşînê de bim. Em ê li ber xwe bidin ku heta rêberê xwe azad bikin. Bangawaziya min ji tevahî gelan re heye ku li dijî tecrîdê rabin û Rêberê xwe rizgar bikin.”

Show More
Back to top button