PADÊ û Saziya Malbatên Şehîdan serdana gorên komî kirin 

Ji bo bîranîna qurbaniyên ferman 73’yan PADÊ û Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê serdana gorên komî yên li Herdan kirin

Êzidî bi çalakiyên cûr be cûr şehîdên komkujiya 3 Tebaxê bibîrtînin. Bi vê boneyê Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan PADÊ û Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê, serdana gorên komî yên li Herdanê kirin. Li ser gorên komî, dayîkan mûm pêxistin.

Namzetê PADÊ Semîr Derwêş axivî û got; “Hîn jî mafê Êzidiyan nehatiye dayîn, tevî gelê me rastî jenosîdê hatiye, ti kes li me xwedî derneketiye. Nikarin birînên me derman bikin. Emê weke PADÊ heya dawî ji bo bidestxistina mafê Êzidiyan, têbikoşin.

Welatiya bi navê Nefiya Mêşî jî axivî û diyarkir ku Iraqê dibêje Şengal beşek ji Iraqê ye, lê heya niha jî di kiryar de tiştek ji bo Êzidiyan nekiriye. Nefiya got ku ger îro Iraq jenosîdê naskiriba, wê lelatên din jî naskiriba.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button