Serokwezîrê Iraqê ber bi Emerîkayê bi rê ket

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî tevî şandek hikumetê bi serdanek fermî berê xwe da Emerîkayê

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî bi şandek hikumetê re berê xwe da Waşîntonê. Derbarê mijarê de ofîsa serokwezîrê Iraqê daxuyaniyek belavkir.

Li gorî daxuyaniyê, wê serdan çend rojan dewam bike û dê têkiliyên Iraq-Amerîka di hemû aliyan de û dozên dualî yên ji bo her du welatan girîng bên nîqaşkirin.

Hêjayî gotinê ye serokwezîrê Iraqê beriya serdana xwe gotibû; “Ev serdan di çarçoveya hewldanên Iraqê yên xurtkirina têkiliyên bi Amerîkayê re û li ser esasê rêzgirtinê û hevbkariya dualî di hemû aliyan de, pêk tê.”

ROJNEWS-NAVENDA NUÇEYAN

Show More
Back to top button