Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê amadekariyên kongreya 4’emîn dike

Meclisa Xweseriya demokratîk a Şengalê (MXD)  bi tevlîbûna hemû pêkhateyên herêmê  wê di 23’yê Tîrmehê de 4’emîn kongreya xwe lidar bixe û dest bi amadekariyan kiriye

Meclisa Xweseriya demokratîk a Şengalê (MXD) wê di 23’yê Tîrmehê de 4’emîn kongreya xwe lidar bixe.  Têkildarî amadekariyên kongreyê Endamê Komîteya Amadekar a 4’emîn Kongra Meclisa Xweseriya Demokartîk a Şengalê Îdo Şekir ji Rojnews’ê re axivî.

Şekir da zanîn ku beriya salvegera fermanê ewê kongira xwe ya 4’emîn  lidar bixin û got: “Piştî  fermanê Meclisa Xweser hate avakirin û wek bersiva fermanê  bû. Yek ji bersivên fermanê avakirina hêzên parastinê bû. Ji bo gelê Êzidî carek din rastî fermana neyê meclis dan avakirin. Me karibû bi avakirina meclisê îradeya xwe ya civakî û siyasî çêbikin.”

Li ser armanca lidarxsitna kongreyê Şekir  wiha domand : “Ev dibe kongra çarem ku  em lidar dixin. Her care ku me kongre lidar xistibe bi armancek mezine. Vê carê jî  armanca me ya sereke  Xweseriya Şengalê ye û bi destxsitina mafê gelê Êzidî yên li tevahiya cîhanê ye. Yek ji aramncên me yên sereke jenosîda li ser Êzdiyan di asta navnetewî de bê qebûl kirine.  Ji berî fermanê îradeya me ya siyasî nebû. Lewma ferman hate serê me. Em ê jî vê meclîsê weke bedîlê fermanê pênase bikin. Lidarxistina kongreyê di dema fermanê de ji bo bîranîna wê ye û em bêjin em hene ye.”

‘Wê pêkhateyên din jî tevlî kongreyê bibin’

Endamê Komîteya Amadekar a 4’emîn Kongra Meclisa Xweseriya Demokartîk a Şengalê Îdo Şekir wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji bilî Êzidiyan gelek pêkhateyên din jî li Şengalê hene. Xiristiyan, Ereb û Şîa  jî beşdarî vê meclisê dibin. Ev jî gavekî pir giringe.  Piştî fermanê dibe cara yekem ev pêkhate lihev kom bibin. Armanca me ewe ku weke berê fermanê em bi hev jiyan bikine. Lê, em ê qet rê nedin wan kesên ku destê wan di komkujiya Êzidiyan de hebû tevlî meclîsê bibin û vegerin Şengalê.”

ROJNEWS-ÎBRAHÎM ÊZDÎN

Show More
Back to top button