Pêncewînî: Peymana li ser Şengalê bi daxwaza Tirkiya dagirker pêk hat

Siyasetmedarê Kurd Mihemed Emîn Pêncewînî destnîşan kir ku peymana li ser Şengalê ya di navbera hikumeta Iraqê û PDK’ê de bi daxwaza Tirkiyê pêk hat û got, heger Êzidî vê carê jî werin hiştin wê li pêşberî karesteke din bimînin.

9’ê Cotmehê, hikumeta Herêma Başûrê Kurdistanê (PDK) û hikumeta Iraqê derbarê rêvebirina Şengalê de peymanek îmze kirin, bêyî ku nêrînên nûnerên Êzidî di ber çavan re derbas bikin.

Êzidî vê peymanê red dikin, ji ber ku ji hikumeta navendî û PDK’ê bê bawer bûne ku dema êrişêna çeteyên DAIŞ’ê yên sala 2014’an ew bê parastin hiştin. Her wiha peymanê wekî komployeke nû ku hebûna wan dike hedef bi nav dikin.

Li ser vê mijarê siyasetmedarê Kurd ê ji Başûrê Kurdistanê Mihemed Emîn Pêncewînî ji ANHA’yê re nirxandin kir û anî ziman ku peymana di navbera hikumeta navendî û hikumeta Başûrê Kurdistanê de bêyî ku nêrîna êzidiyan were girtin, pêk hat.

Li gorî peymanê, Şengal ji hêzên leşkerî yên ku Şengal ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin, were valakirin.

Pêncewînî destnîşan kir ku herêma Şengalê derveyî rêvebirina herêma Kurdistanê ye û got, peyman bi agahiya dewleta Tirk û Amerîkayê pêk hat û wiha domand: “Peyman ji bo razîkirina Tirkiyê pêk hat. Ji ber ku di dema diyalogên hikumeta Tirkiyê û Iraqê de, Tirkiyê ji Iraqê xwest ku hemû alîgirên PKK’ê tune bikin. Niha jî daxwazên Tirkiyê pêk tînin. Pêncewînî ev yek bi “Hinceteke ne rast û ne qanûnî” bi nav kir.

Di demekê de ku pêşmergeyên PDK’ê û hêzên Iraqê ji Şengalê reviyan, Hêzên Parastina Gel (HPG) di xilaskirina êzidiyan ji pencên çeteyên DAIŞ’ê de roleke sereke lîst.

Pêncewînî diyar kir ku hikumeta navendî û hikumeta herêmê Êzidî û Şengal û tevahî herêm neparastin û bi bîr xist ku çeteyên DAIŞ’ê herêm dagir kir, komkujî li dijî êzidiyan pêk anîn, jin û zarok revandin, Pêncewînî metirsiyên xwe anîn ziman ku li dijî herêmê komkujiyeke din mîna  ya DAIŞ’ê pêk werin ev pirs kir: “Fam nakim, çawa hikumeta herêmê û hikumeta navendî wê vê herêmê nihat biparêzin.”

Siyasetmedar Mihemed Emîn Pêncewînî di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku piraniya Êzidî vê peymanê red dikin ji ber ku dûrî îrade û rêveberiya wan e. Her wiha bang li civaka Iraqê kir êzidiyan biparêzin da ku fermaneke din li dijî wan dûbare nebe.

Show More

Leave a Reply

Back to top button