Êzidiyên Sûriyê Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kir

Yekitiya Êzidiyên Sûriyê û Mala Êzidiyan a herêma Cizîrê salvegera 9`emîn a Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kir û got 19`ê Tîrmehê bû rizgariya ji êrişkaran

Yekitiya Êzidiyan û Mala Êzidiyan a herêma Cizîrê bi boneya salvegera 9`emîn a Şoreşa 19`ê Tîrmehê ku di sala 2012`an de ji bajarê Kobanê dest pê kir, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin îro salvegereke giranbuha li gel hemû gelê Sûriyê ye, nexasim ên ku li herêmên Rêveberiya Xweser dijîn, salvegera destpêkirina Şoreşa Rojava.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin, Şoreşa Rojava di demeke kurt de dikaribû şer bi rêve bibe û daxwazên gel bicih bîne û şehîdên wefedar ji xak û rûmetê re pêkêş kir.

TENÊ ŞOREŞA ROJAVA HÊJA YE

Di berdewamiya daxuyaniyê de hate gotin:”Karesata Şengalê derbas bû û dewleta Tirk guhê nedayê. Çapemeniya wê bi yek nûçeyê behsa wê nekir û ew jî cîrane û idiya dike ku girîngiyê dide şarestaniyên mirovî û wekheviya di navbera gelan de. Zextê li Ewropayê dike ku endamtiya Yekitiya Ewropayê bigire. Êzidî nehat bîra wê û ji xwe şerm nake ku li Başîqa paytexta  çandî ya Êzidiyane, çidike?. Tu kesî girîngî neda vê yekê. Başîqa jî weke karesata Şengalê hate jibîrkirin.”

Lê tenê Şoreşa Rojava hêjaye ku em jê pirs bikin û ew bersiva me bide.”

Show More
Back to top button