Li Şengalê Şehîdên Korîdora Mirovaî hatin bîranîn

Li Şengalê Şehîdên korîdora mirovahî ku di dema êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya 3’ê Tebaxa 2014’an de ji bo rizgarkirina gelê Êzidî ji dorpêça çeteyan jiyana xwe ji dest dabûn, hatin bîranîn

Li  komelgeha Dugurê a Şengalê ji aliyê sazî û rêxsitnên civaka Êzidî ve şehîdên ku di dema vekirina korîdora mirovî ya dema êrişa çeteyên DAIŞ’ê li ser Şengalê de jiyana xwe ji dest dabûn, hatin bîranîn.

Li cihê korîdora mirovî wêneyê şervanê YPG’ê  Gênco Hewlêrî û Fermandarê HPG’ê Şehîd Dilşêr Herekol hatin danîn û korîdora Mirovî wek Rêya Azadiyê hate binav kirin.

Li cihê wêne hate danîn daxuyanî hate  dayîn. Di serîde li ser navê saziya malbatên Şehîdan Saleh Êzidîn axaftinek kir û got: “Di serîde şehîdên li ber axa Şengalê de canê xwe dane bi bîrtînin. Dema ku  berpirsên pêşmergeyan tevî hêzên xwe bi zêdetir ji 10 hezar pêşmerege ji Şengalê reviyan gelê me rastî fermanê hat. Wê demê ev rê ji bo me hate vekirin. Em wek civaka Êzidî vê rêyê weke riya azadiya xwe dibîbnin, ji bo gelê me ji qirkirnê xilas bibe bi dehan şervana  canê xwe li ber me de dan. Em  vê yekê qet ji bîr nakin û heya dawî emê li ser şopa van Şehîdan bin.”

Li sernavê Tevgera Azadiya jinên Êzidî Pakîza Celal jî axivî û got : “Eger ne ji keda şervana ba, eger canê xwe li ber meda nedabana me yê nikaribûya niha li vir li hev kom bibin. Wan gerîla û şervanan canê xwe da ji bo me ji mirinê xilas bikin. Em wek Êzidî pêwîste li keda wan şehîdan xwedî derkevin û li ser rêya  wan berdewam bin. Xwedî derketina li vê korîdorê jî erka li ser her kesekî Êzdiya. Ji ber zêdetr ji 300 hezar Êzidî li vire hatine rizgarkirin û xwe gehandin cihên aram. Em jî didin diyarkirin ku ji bilî berxwedanê em ê ti tişetekî din li ser xwe qebûl nekin. Em berxwedana gerîla ya li çiyayên azad silav dikin.”

Merasîm bi qêrîna dirûşmên “Şehîd namirin” bi dawî bû.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button